STENBOL - Parêzerên OHD'ê, nebirina nexweşxaneyê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, bir Dadgeha Makeqanûnê.
Girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, hê jî nebirine nexweşxaneyê. Çalakgerên greva birçîbûnê Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek ku li ser tundiya raya giştî rakiribûn nexweşxaneyê jî di heman rojê de careke din şandin girtîgehê. Girtiyên din hê jî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin.
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî van binpêkirinên ku li girtîgehê derketin holê serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kir ku mafê jiyanê yê girtiyan di bin talûkê de ye û ji ber vê yekê bi daxwaza girtina bergiriyê serî li Dadgeha Makeqanûnê didin.