ÎZMÎR - Sendîkaya Petrol-Îşê, ji bo karkerên TUPRAŞ'ê serî li Desteya Hakeman a Bilind da. Sekreterê Şaxa Alîaga ya Senîdkaya Petrol-ÎŞ'ê Veysel Gunduz, bi ferzkirina TÎS'ê tê xwestin destkeftiyên 40 salan ên karkeran bên xespkirin.
Li TUPRAŞ'ê di 30'yê Çileya 2018'an de pêvajoya Peymana Kar a Giştî (TÎS) dest pê kir û bi vê peyamnê kardêr xwest bi peymanên sê salî û guherandina pergala wardiyeyê û destûrên mazeretî kêm bike. Li ser vê rayedarên TUPRAŞ'ê û Sendîkaya Petrol-Îş'ê ji bo hevdîtina TÎS'ê li hev rûniştin. Herî dawî di 30'yê Nîsanê de hevdîtin kirin lê belê ji ber kardêr di şertên xwe de paş ve gav neavêtiye pêvajo xitimîbû. Ji ber "qedexebûna grevê" 4 hezar û 300 karkerên TUPRAŞ'ê di 8'ê Nîsanê de li Alîaga ya Îzmîr, li Kocaelî, Kirikkale û Êlihê dev ji kar berdabûn.
Ji ber lihevkirinek çênebû xwediyê TUPRAŞ'ê Holdînga Koçê û endamê Sendîkaya Kardêrên Pîşesazî Kîmyayê ya Tirkiyeyê (KÎPLAS), serî li Desteya Hakeman a Bilind (YHK) dan. Piştî wan Sendîkaya Petrol-Îş'ê jî roja duşemê peyman ragihand YHK'ê.
Sekreterê Şaxa Alîaga ya Senîdkaya Petrol-ÎŞ'ê Veysel Gunduz, diyar kir ku di sala 2006'an de ji ber kesîdekirinê Holdînga Koçê TUPRAŞ'ê kiriye û bal kişand ser pêvajoya peymana giştî. Gunduz ku got "Kardêr, di vê pêvajoya krîza aborî de bêyî mafên karkeran esas bigire daxwazên xwe li wan ferz kir" bilêv kir ku şert û mercên siyasî û aborî ên li Tirkiyeyê, ji bo kardêr destekftiyên kardêran xesp bikin bûye zemîn. Gunduz, anî ziman ku ji ber TUPRAŞ endamê KÎPLAS'ê ye, tesîra vê yekê jî heye. Gunduz, got: "KÎPLAS, karêdên li Tirkiyeyê temsîl dike. Li gor xwe hin pîvanên wê hene. Sendîkayeke ku li pişta îkîdarên siyasî ye."
Gunduz, diyar kir ku di warê qanûnî de piştî bidawîbûna pêvajoya TÎS'ê û destpêkirina pêvajoya YHK'ê divê deste di nav 6 rojan de li hev kom bibe û di nav du mehan de biryarê bide. Gunduz, da zanîn ku wê deste ewilî bi kardêren re kom bibe. Gunduz, got wê deste di 30'yê Gulanê de bi kardêran re rûnê.
Gunduz, anî ziman ku di 22 madeyên peymanê de li hev nekirine û ev made destekftiyên 40 salan ên karkeran e û got: "Desteya Hakeman a Bilind, ne ew pêvajoye ku em doza wê bikin. Lê em hemû dizanin li welat şert û mercên siyasî û aborî çawa rû didin. Di tayînkirinên ji bo YKH'ê de gelek zilamên dewletê hene. Heta niha wan ji bo karkeran biryarek nedaye." Gunduz, anî ziman ku piştî ew bi kardêran re rûnên ew ê li Kocaelî, Îzmîr, Kirikkale û Êlihê bi 4 hezar û 300 karkerên TUPRAŞ'ê re jî rûnên.
Gunduz, bal kişand ser şert û mercên TUPRAŞ'ê jî û got: "Em dizanin TUPRAŞ karekî talûke ye. Şert û mercên wê yên xebatê pir zehmet in. Hevalên me di nav madeyên kîmyewî de dixebitin. Ji dêvla destekftiyên hevalên me paş ve vegerînin, ji bo ev mirov di warê aborî û civakî de rihet bibin divê daxwazên me qebûl bikin."