EDENE - Li rojnamevan Fîlîz Zeyrek ji ber ku nûçeya taziyeya Şemdîn Eye yê YPG'î çêkir û li kesên tev li taziyeyê bûn, doz hat vekirin.
Li Edeneyê nûçegihana JINHA ya bi KHK'ê hat girtin Fîlîz Zeyrek, di sala 2015'an de nûçeya şîna Şemdîn Eye yê YPG'î çêkiribû. Ji ber vê doz li Zeyrekê hat vekirin. Her wiha doz li dê û bavên Eye û 20 kesên tev li şînê bûn jî hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Edeneyê jî îdianameya bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxisyomê" hat amadekirin qebûl kir.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di komputera Zeyrekê ku di sala 2015'an de hatibû destgîrkirin de wêneyên der barê şînê de hatine dîtin û ji ber vê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di îdianameyê hat diyarkirin ku 19 kesan wêneyê Eye bi ber xwe vekirine û li ber wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne û îdia kir ku ev sûc e. Her wiha dozger derpêş kir ku Zeyrek di nav "komîteya çapemeniyê ya KCK'ê" de cih digire û wêneyên digire ji çapemeniya rêxistinê re dişîne. Her wiha wêneyê Zeyrek ê li Iraqê kişandiye jî wekî sûc hat hesibandin.
Wê danişîan ewil a dozê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an pêk bê.
MA / Hamdullah Kesen