* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bilêv kir ku bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê û îktîdarê şansek e û divê ev şans neyê hebakirin. Arslan, got: "Divê pêşaniya siyaseta kurd azadiya Ocalan be."
* Esnafên Wanê, diyar kirin ku ji Cejna Remezanê re çend roj mane lê belê dîsa jî rewşa karê wan xirab e. Esnafan, bilêv kir ku êdî kes şekirê cejnê jî nakire û gotin, heta AKP neçe krîz naqede.
* Li rojnamevan Fîlîz Zeyrek ji ber ku nûçeya taziyeya Şemdîn Eye yê YPG'î çêkir û li kesên tev li taziyeyê bûn, doz hat vekirin.
* Sendîkaya Petrol-Îşê, ji bo karkerên TUPRAŞ'ê serî li Desteya Hakeman a Bilind da. Sekreterê Şaxa Alîaga ya Senîdkaya Petrol-ÎŞ'ê Veysel Gunduz, bi ferzkirina TÎS'ê tê xwestin destkeftiyên 40 salan ên karkeran bên xespkirin.
* Hunermend Kadîr Çat, ji ber ku strana xwe "Kemal Pîr Yoldaş" li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin û 3 sal û meh û 15 roj ceza lê hat birîn.
* Sazbendên li kuçe û kolanan jî bandor ji krîza aborî girtin. Li Mêrsînê sazbendên roman ku def û zirnê xwe datînên qeraxmn rêyan û li benda kar in, gotin: "Êdî tu tahma kar nemaye."
* Serokê Fexrî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku gotina "lihvekirina civakiyî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îfadeya biryardayîna bihevrebûnê ye û got: "'Lihevkirin' berdewamiya mantiqî ya 'nexşeya rê' ya Ocalan e."
* Danişîna doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di pîrozbahiya Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin dê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00 - 16.00)
* Danişîna doza rojnameger Çetîn Kûrşûn di li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.30)
* Platforma Jinan a Enqerê, dê cezayê ji bo Nevîn Yildirim hat dayîn, li Cadeya Sakarya şarmezar bikin. (18.30)