STENBOL - Piştî cezayê rojnamevan Kadrî Gursel hat pesendkirin, îro ket girtîgehê. Lê belê piştî ket girtîgehê der barê wî de biryara berdanê hat dayîn.
Di doza xebatkarên Rojnameya Cumhûriyetê de li Rojnamevan Kadrî Gursel 2 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Piştî cezayê hat pesendkirin îro ket Girtîgeha Metrîsê. Lê belê piştî ket girtîgehê der barê wî de biryara berdanê hat dayîn. Piştî parêzerên Gursel ji bo berdana bi şertî serlêdan pêk anîn biryara berdanê hat dayîn. Tê payîn ku piştî çend saetan şûnde dê Gursel ji girtîgehê derkeve.