AMED - Her sê parlamenterên HDP'î ku piştî bi dawîbûna çalakiya greva birçîbûnê li nexweşxaneyeke taybet dihatin tedawîkirin, tabûrcî bûn.
Parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ku di meha adarê de li Rêxistina HDP'ê ya Amedê ya dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, di 26'ê Gulanê de li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalkaiya xwe bi dawî kiribûn. Di heman rojê de ji bo tedawiyê sewqî nexweşxaneyeke taybet a Amedê hatin kirin. Hat hînbûn ku her sê parlamenter jî tedawiya wan li nexweşxaneyê temam bûye û tabûrcî bûne.
Hat ragihandin ku tedawiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku di roja 200'î de çalakiya xwe bi dawî kir jî li serwîsa normal a heman nexweşxaneyî tê domandin. Her wiha ji 14 çalakgerên ku li derve çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomandin jî 10 kes ji wan jî hatin tabûrcîkirin. Tedawiya Gûrbet Ektîren, Mahsûn Şen, Sedat Akin û Halef Yigit ku di ser 100 rojî di grevê de mabûn jî li nexweşxaneyê didome.