ENQERE - Nameyên leşker û polîsên ji aliyê HPG’ê ve hatine dil girtin ên nivîsan dibûn, li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hatin danîn. Malbatên ji bo ku nameyên zarokên xwe bigirin hatin Enqerê, bang li rayedaran kirin û gotin: “Ev 4 salin em agahî ji zarokên xwe nagirin. Êdî bila çareserî pêk bê.”
HPG’iyan, piştî hikumetê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û dest bi pêvajoya şer, ên di navbera dîrokên 24’ê Tîrmeha 2015 û 21’ê Îlona 2016’an de, di kontrolên rêyan de 13 leşker û polîs dîl girtibûn.
Ev leşker û polîsên ev demek dirêjbû malbatên wan ji wan agahî nedigirtin, name ji bo malbatên xwe nivîsandin û ev nameyên wan li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hatin danîn.
Piştî ku rayedarên komeleyê agahî dan malbatan, malbat ji bo ku navmeyên zarokên xwe teslîm bigirin hatin Enqerê. Malbatên ku nameyên zarokên xwe teslîm girtin, bi Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û endamê MYK’ê yê komeleyê Racî Bîlîcî re civîna çapemeniyê li dar xistin.
Ozturk Turkdogan di civîn de axivî û wiha got: “Leşker û polîsên dîl girtî name ji malbatên xwe re şandine. Malbat ji bo nameyên xwe teslîm bigirin hatin Enqerê. 13 leşker û polîs di 24’ê Tîrmeha 2015’an de ji aliyê rêxistinê ve hatibûn dîl girtin.”
TURKDOGAN: JI BO NAVBEYNKARIYÊ EM AMEDE NE
Turkdogan, diyar kir ku ÎHD’ê 20 erkdarên gumrikê yên di Tîrmeh û Tebaxa 2015’an de hatibûn dîl girtin, di 8’ê Îlonê de li Herêma Kurdistana Ferede ji HPG’ê teslîm girtin û anîn Tirkiyeyê. Turkdogan, anî ziman ku em amadene ku dîsan navbeynkariyê bikin.
Turkdogan, serlêdanên malbatên ji bo zarokên xwe kirin wiha rêz kir: “Polîs Vedat Kaya di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li ser rêya Amed û Çewlik, polîs Sedat Yabalak di 28’ê Tîrmeha 2015’an de li ser rêya Amed û Çewligê, çawîşê pispor Huseyên Sari, leşker Sedat Sorgûn û Suleyman Songur di 13’ê Tebaxa 2015’an de li ser rêya Lîcê-Amedê, astsûbay Semîh Ozbey di 18’ê Îlona 2015’an de li ser rêya Dersim Erzîncanê, leşker Muslum Altûntaş û Adîl Kavakli yên di 2’yê Cotmeha 2015’an de li ser rêya Pilemûr-Dersimê, çawişê pispor Sedat Vardar û Ferdî Polat di 12’ê Kanûna 2015’an de li navenda Şirnexê û çawîşê pispor Umût Gicir û Mevlut Kahvecî di 12’ê Îlona 2016’an de li Colemêrtê hatine dilgirtin.”
Turkdogan, da zanîn ku wan ji Wezareta Karê Hûndir randevû daxwazin kirin û wiha got: “Lê hîna jî tu bersiv ji bo daxwazên me nehatine dayîn. Em bendeniya raya giştî Tirkiyeyê ya di vê mijarê de rexne dikin. Em bang li rojnameger û medyaya her roj hilbijartinê nîqaş dike, dikin. Hinek din li ser rewşa 13 welatiyên xwe biaxivin. Ev 4 salin bi malbatên xwe re hevdîtinê nakin.”
MALBATAN BANG KIRIN
Dayik Muslum Altintaş ê dil girtî Solgûn Altintaş piştî Turkdogan axivî û wiha got: “Êdî zarokên me berdin. Em di hesreta wan dene. Ez ji dewlet û PKK’ê re dibêjim, vana berdin. Gelo em kijan cezayê zarokên xwe dikişînin. Li hev bikin. Bila êdî zarokên me werin malên xwe.”
‘JI BER KU BIRAYÊ MIN ZAROKÊ FEQÎRANE HÛN BÊDENGIN?’
Xwişka çawişê pispor Mevlut Kahveci Beyhan Çarkci, bal kişand ser dilgirtina birayê xwe û wiha axivî: “Dayika min başe. Tenduristiya wê jî başe. Nehat vê derê. Lê pir beriya te kiriye. Ez bang li dewletê dikim. Ne tenê birayê min, em jî dîl girtine. Em bêhnê nastînin. We çinarê me dil girtiye. Hûn destûrê didin ku li wê derê bimînin. Ger we bixwesta, we yê berî sê salan bigirta. Ji ber ku birayê min zarokê feqîrane hûn bêdengin? Me tu carî cudakarî nekir navbera Kurd û Tirkan. Em hemû yekin. Canê wan jî dişewite.”
‘GELO PIŞTÎ MIR, HÛN MADALYA PÊVE BIKIN?’
Bav Şevket Altintaş ê 4 salin kurê xwe ne diye, îsyana xwe wiha anî ziman: “Min kurê xwe yê ciwan mezin kir û şand leşkeriyê. 4 sal derbas bûn. Gunehe. Ger min ev gotinên xwe ji dîwar re bigota, niha fêm kiribû. Lê kesên pêşberî me dengê me nabihîsin. Ez bang li PKK’ê dikim. Kurê min berdin. Ez bang li dewletê dikim, hûn li du çine? Ev 4 salin leşkerên we dîl girtine û tu dibêjin ‘em li hev nakin.’ Ma bila bimirin? Dûre hûn merasîk fermî çêbikin û madalyo pêve bikin. Dest ji vê yekê berdin, em zarokên xwe dixwazin.”
Dûre malbat, ji bo ku bi rayedarên komên HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin bikin çûn Meclîsê.