MÊRDÎN - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin û kontrolên wan ên tenduristiyê tên kirin, diyar kirin ku piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bimoraltir bûne.
Kontrola tenduristiyê ya girtiyên ku piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, didome. Hat ragihandin ku rewşa girtiyên bi navê Bayram Demîrhan û Ahmet Urun ku tedawiyên wan li nexweşxaneyê didome baş e. Her wiha di encama kontrolên ku li girtîgehê hatin kirin de, 10 girtî ji ber nexweşiyên xwe yên domdar ên beriya çalakiya greva birçîbûnê, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Hat ragihandin ku 8 girtî sewqê wan hatine kirin û sewqê 2 girtiyên din jî dê di rojên pêş de pêk bên. Malbatên ku çûn hevdîtina vekirî ya zarokên xwe ragihandin ku zarokên wan ji wan re diyar kirine ku rewşa wan baş e û ji ber peyamen Ocalan bimoraltir in.