ENQERE - Parêzerê Doza JÎTEM'ê yê Qoserê Erdal Kûzû, têkildarî daxwaza beraeta derbarê 10 bersûcan a dozger de, got: "Dizanin bi hinceta 'demboriyê' bersûcan biparêzin û ser dozê bigirin. Êdî rastiya sûcên dewletê kirî nayê veşartin."
Di navbera salên 1992-1996’an de li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, esker û cerdevanan 22 welatiyên sivîl kuştibûn. Derbarê van kuştinan de doz hatibû vekirin û ev doz didome. Danişîna 18’emîn ku di raya gitşî de weke “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” tê nasîn, duh li 5’emîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Dozger di danişîn de bi hinceta "Demboriyê" xwest ku bersûc bên beraet kirin û doz bê girtin. Ji ber ku kuştina Nûrettîn Yalçinkaya baş nehatiye tespîtkirin, dozger xwest ku divê ceza ji bersûcan re neyê dayîn.
Parêzerê dozê Erdal Kûzû, diyar kir ku Nûrettîn Yalçinkaya di sala 1995’an de tevî birayê xwe Necat Yalçinkaya ji aliyê kesên unîformayên leşkerî li wan bûn ve hatin binçavkirin. . Parêzer Kûzû da zanîn ku di sala 2008’an de li gundê Katarli yê Qoserê bîreke avê hatibû vekirin û hestiyên van herdu kesan di bîrê de hatibû dîtin.
Kûzû, anî ziman ku nimûneyên xwînê jî hatine dayîn, lê ji ber ku hevjîna wî sala 2011’an de doza hevberdanê vekiriye, lêkolîn tê kirin bê ka Yalçinkaya dijî yan na. Kûzû bal kişand ser vî tiştî ku kesekî mirina wî hatiye tespîtkirin û gora wî heye, dixwazin bi rêya SEGBÎS’ê wî bînin dadgehê.
Kûzû diyar kir sûcên dewletê tên veşartin û got: "Hewl tê dayîn ser van sûcan bên girtin. Lê ya rastîn rastiya sûcên dewletê nayê veşartin."