DERSIM - Di serdegirtina malan a li Pêrtaxê de 4 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de, li navçeya Pêrtax a Dersimê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de, polîsan du birayên hev ên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cafe û Sûat Karakûş, Yilmaz Erol û kesê bi navê Veysel ê paşnavê wî nehat zanîn bi îdîaya "Alîkarî dayîna rêxistinê" binçav kirin.
Polîsan kesên binçav kirin, birin Midûrieta Polîsan a Dersimê.