COLEMÊRG – Di doza rojnameger Nedîm Turfent e dîsa biryara tehliyeyê nehat dayîn. Turfent got ku ew tiştên tên kirin hemû komplo ne. Karataş jî wiha got: “Rewşa girtîbûnê veguheriye înfazê.”
4'emîn rûniştina doza rojnameger û nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent ê 18 mehin girtî tê darizandin û der barê wî de heta 22 sal û 6 meh ceza tê xwestin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê didome. Turfent, di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û girtin. 18 mehin girtî tê darizandin. Parêzer Bariş Oflas û Rojnameger Turfent ji Wanê bi SEGBÎS’ê tev li rûniştina dozê bûn. Parêzera din a Turfend Harika Karataş û rojnamegerên din jî li salona dadgehê amade bûn. Dîsa nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, Berdevkê Înisiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî li salonê amade bûn. Piştî heyet amade bû rûniştina dozê dest pê kir.
TURFENT: NE ZEXTÊN RAYA GIŞTÎ BÛNA EZ DÊ LI VIR BÛMA
Di rûniştina dozê de îfadeya 2 şahidan hat xwendin. Turfent têkildarî îfadeyên şahidan diyar kir ku îfadeyên wan derew in û rastiya wan tune ye û wiha got: "Li Geverê dema qedexeya derve hat îlankirin, xwestin Geverê bê agahî bihêlin. Xwestin bi yek rengî nûçe bên weşandin. Ez ji aliyê hesabê JÎTEM'e ve gelek caran rastî gefan hatim. Ger ku ne ji bertekên raya giştî bûna ez dê îro ne li vir bûma."
ROJNAMEGERÎ NE SÛC E
Turfend, ani ziman ku polîsê ew binçav kir jêre got 'Me dosyaya ku em 20 salan de di girtîgehê de bihêlin amade kiriye' û wiha berdewam kir: "Min jî got li vî welatî edalet heye. Bi zorê ifade bi şahidan dan îmzekirin. Hemû şahidên îfade dan ev yek anîn ziman. Polîsan çi daye ber wan ew tişt îmze kirine. Ji ber ku ev bi ser neket niha serî li îfadeya şahidên nepen dane. Kes nikare rojnamegeran wekî terorîst bide nîşandan. Ji ber ku Rojnamegerî ne sûc e."
PRZ. KARATAŞ: DIVÊ ÎFADEYA ŞAHIDAN DI HIZÛRA DADGEHÊ DE BÊ GIRTIN
Prz. Karataş jî parastin kir û wiha got: "Şahidên îfade dane temenê wan di bin 18 salî re ye. Îfadeya zarokan li gorî zagona parastina zarokan nehatiye girtin. Divê îfadeya şahidan di hizûra dadgehê de bê stendin." Heyetê navber da rûniştina dozê.
ŞAHIDÊ EWIL: LI EMNIYETÊ GOTIN ‘TU ÇAWA WÎ NAS NAKÎ, EW JÎ LI WIR BÛ’
Şahidê ewil ê bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, diyar kir ku ew Turfent nas nake, tenê dizane rojnameger e, li ser medyaya civakî wî nas dike û ew nebûye şahide tu fealiyetên wî. Şahidê ewil wiha got: “Min li emniyetê îfade da. Wêne nîşanî min dan. Dem amin got ‘ez nas nakim’. Ji min re gotin ‘çawa tu wî nas nakî, ew jî li wir bû.’”
ŞAHIDÊ DUYEM: EZ KESÊ DI EKRANÊ DE (TURFENT) NAS NAKIM
Şahidê duyem ê bi riya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû jî wiha got: “Ez kesê di ekranê de nas nakim. Der barê wî de tu tiştî nizanim.” Dema îfadeya wî ya li emniyetê hat xwendin, şahidêm duyem wiha got: “Ev îfade ne aîdî min e. Di dema teşhîsê de wêne nîşanî min dan. Lê wêneyê vî kesî qet nîşanî min nedan.”
TURFENT: EV HEMÛ KOMPLO NE
Piştî îfadeya şahidan Rojnameger Nedim Turfent axivî û wiha got: “Ev hemû komplo ne. Ji ber nûçeya min a ‘hûn ê hêza tirkan bibînin’ ev yek hatiye amadekirin. Ji îfadeyên şahidan jî diyar dibe ku tu sûcek tune ye. Min nûçegihanê ajansa DÎHA’yê ku ajanseke qanûnî ye kiriye.”
DÎSA NEHAT TEHLIYEKIRIN
Dozgerê ku mutalaa da, doza berdewamiya girtina Turfent kir. Piştî mutalaayê heyete navber da dadgehê. Piştî navberê heyeta dadgehê jî biryara berdewamiya girtina rojnameger Turfent da.
Danişîna 5’emîn taloqî 15’ê Kanûnê hat kirin.
ŞAHIDÊN ÎFADE DABÛN YEK BI YEK ÎFADEYÊN XWE PAŞVE KIŞANDIN
Rojnameger Turfent ku bi îdîaya “Endamtiyarêxistinê" û “Propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin, ji ber nûçeyên xwe yên li Geverê çêkirine û parvekirinên medya civakî te darizandin. 24 şahidên ku der barê Turfent de îfade dabûn jê 13 kesan îfadeyên xwe paşve kişandin û diyar kiribûn ku wan di bin îşkenceyê de îfade dabû. Ji 11 şahidên din ku yek jê şahidê nepen e jî, 4’ê wan di rûniştina borî de îfadeyên xwe paşve kişandibûn.