WAN - Dayikên Laçik spî ku ji bo bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê bi mehan li kuçeyan têkoşiyan, diyar kirin ku peyama Ocalan ji bo gelan bûye cihê hêviyê û gotin: "Di vî warî de divê em hîn bêtir xwedî li têkoşînê derkevin."
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Dayikên laçik spî ku ji bo bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de bi mehan li kuçe û kolanan têkoşiyan, bal kişandin ser peyama Ocalan.
‘DIVÊ PEYAMA OCALAN BAŞ BÊ XWENDIN'
Zekiya Kaya, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirin bi ser ketin. Kaya, anî ziman ku ew malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê ji bo têkoşînê ragihînin tim daketine kuçeyan, di vê pêvajoyê de hatine binçavkirin û gelek caran bi êrîşan re rû bi rû mane, lê belê wan tu carî bi paş ve gav neavêtiye û got: "Bi jopan bi ser me de hatin, gaz avêtin me. Lê belê ne girtî û ne jî dayikan bi paş ve gav neavêt. Tenê armancek me hebû; 'Bila tecrîd bi dawî bibe û kes nemire.' Divê her kes têkoşîna heyî esas bigire. Çimkî Birêz Ocalan vîna gelekî ye. Mafên gelê kurd bi kurdan da naskirin. Ji bo mirovahiyê, ji bo azadî ûa ştiyê divê her kes peyama Birêz Ocalan baş bixwîne. Eger em peyamên wî esas bigirin, rojên ronî li benda me ne."
'ÇI KIRIN JÎ ME BI PAŞ VE GAV NEAVÊT'
Hanîfe Kaçak ku kurê wê Ayhan Kaçak li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di greva birçîbûnê de bû, got: "Wexta têkoşîn dest pê kir me soz da. Mafên kê bê binpêkirin, kî bi êrîşan re rû bi rû bimîne em ê ji bo wan bitêkoşin. Me got 'Em ê tu carî îxanetê li mirovahiyê û gelê xwe nekin' û em bi vî awayî ketin rê. Me wêneyên Leyla Guven û zarokên xwe hilgirtin û em daketin qadan. Em bi erdê ve hatin kişandin, lê dîsa jî me bi paş ve gav neavêt. Wexta em hatin binçavkirin, di binçavan de lêgerîna tazî li 3 hevalên me ferz kirin. Ji me re gotin 'ava tuwaletê vexwin.' Lê dîsa jî me bi paş ve gav neavêt. Devên me girtin, lê me timd irûşmeya 'Bijî berxwedana zindana' berz kir. Bi vî awayî têkoşîna çalakgerên greva birçîbûnê bi ser ket."
‘DIVÊ HER KES DESTÊ XWE TÊXE BIN KEVIR'
Kaçak, anî ziman ku bi peyama Ocalan bêhna her kesî derketiye û got: "Bi vê peyamê dayik pir kêfxweş bûn. Xwestin fikr û ramanekê tecrîd bikin; lê bi ser neketin. Kurê min jî piştî peyama Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Bi baweriyeke mezin di greva birçîbûnê de bû. Bi berxwedana wî bi serbilindî daketim kolana. Niha li pêş me pêvajoyeke nû heye. Ji bo siheta zarokên me bibe wek berê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê di her warî de destekê bidin wan. Ji bo peyamên Ocalan divê her kes destê xwe têxe bin kevir."
‘BÛ CIHÊ HÊVIYÊ'
Kewê Işik jî diyar kir ku peyama Ocalan ji bo girtî û gelan bûye cihê hêviyê. Işik, destnîşan kir ku Ocalan tu carî dev ji aştî û demokrasiyê bernedaye û di peyama xwe da careke din bal kişandiye ser vê yekê. Işik, anî ziman ku kî dibe bila bibe ew ê tu carî tecrîdê qebûl nekin û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê bi ser ketin. Berxwedaneke mezin derket holê. Loma divê em ji niha û pêve hîn bêtir xwedî li têkoşînê derkevin."