STENBOL - Zarokên Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ku di binçavan de hatin windakirin, gotin: "Tenê ne bavê me zarokatiya me jî ji me standin."
“Navê min Zaroka Şemiyê... Piştî bavê min hat binçavkirin hew hat malê. Çavê min tim li rêya wî bûn. Min digot, helbet wê rojekê bê û pora min mist bide. Tim li bendê mam, lê nehat. Bûm 3 salî, bûm 5 salî, bûm 12 salî, bûm 18,20,26,30 lê nehat. Hîn jî li bendê me, dibêm belkî were. Tim li ser gotina bavo fikirîm. Nizanim hest û hîsa peyva bavo çî ye. Di jiyana min de her ku yek li cem min dibêje bavo, hesteke ecêb li min peyda dibe. Bilêvkirina peyva bavo çawa ye? Wexta behsa wî dikim, an jî wexta behsa wî tê kirin peyv di qirika min de asê dibin. Min xwe bi tenê hîs dikir. Min digot qey êşa herî mezin êşa min e. Paşê min dît em pir bûne. Meger li dor min bi dehan, bi hezaran kesên wek min hene. Ez Necbîr, Diyar, Besna, Ceylan û gelek kesên din im. Ne ez, em zarokên Şemiyê ne. Hin ji me hew qederê tên ber çavên me, ên hinan jî tenê me ew di wêneyan de nas kir. Ên hinan jî çûyîna wan a dawî tê ber çavên wan." Belê, ev gotin ên zarokeke ku bavê wê di binçavan de hatine windakirin.
DIYAR Û CEYLAN
Diyar û Ceylan, zarokên Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz in ku her du rêveber di 25'ê Çileya 2001'ê de di bin çavan de hatin windakirin. Çûyîna dawî ya bavê wê, hîn li ber çavê Ceylanê ye. Lê Diyar qet bavê xwe nediye. Tenê biq asî kalê wî jê re vegotiye bavê xwe nas dike. Wexta bavê wan aht windakirin yek jê sal û nîvî bûye û yek jê jî 5 salî bûye. Jixwe gotina Diyar ku dibêje "Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji me stendin" rewşa zarokên bavên wan hatine windakirin radixîne ber çavan.
ÇÛYÎNA DAWÎ TÊ BÎRA WÊ
Ceylan Denîz, keça Rêveberê HADEP'a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz ku di bin çacan de hat windakirin, niha 24 salî ye. Li Stenbolê najî, lê belê bi boneya Hefteya Windayan ji Silopiyayê berê xwe daye Stenbolê. Denîz dibêje: "Tenê dixwazim li ser şopa bavê xwe bimeşim û wî bibînim." Ceylan, diyar dike ku tenê cara dawî wexta bavê wê ji malê derketiye tê bîra wê û got: "Ber desteê nîvro ji malê derket. Baran dihat. Ber destê nîvro bavê min hat malê, navroj xwar û derket. Ber destê êvarî polîsan avêt ser malê. Li bavê min pirsîn. Wê çaxê ji ber televîzyon û tiştekî din tune bû, me nizanibû bavê min hatiye binçavkirin. Me dizanibû qereqola cendirmeyan gazî wî kiriye. Malbata xalê min Serdar Taniş, bi telefonê li apê min geriya. Jixwe wê çaxê polîs li mala me bûn. Wexta me ji wan re got 'Jixwe we ew biriye îjar hûn li çi digerin?' ji mal derketin. Tenê ev tê bîra min."
Ceylan, diyar dike ku careke din wan xeber ji bavê xwe negirtiye û îşaret bi têkoşîna ji bo dîtina bavê xwe kir. Ceylan, ku dibêje "zarokatiya min li lêgerîna ji bo wî derbas bûye" bilêv dike ku di sala 2012'an de piştî hin kesan got li kerboranê goreke bêxwedî heye, hêvî lê peyda dibe. Ceylan, diyar dike ku piştî evan kesan ku dibe ku ew gora a kesekî ji Silopiyayê be û dibêje: "Me got an ê xalê min Serdar e an jî ê bavê min e."
GOR LI BER ÇAVÊN WÊ HAT VEKIRIN
Piştî vê her du malbat ji Silopiyayê berê xwe didin Kerboranê û serî li dozgeriyê didin. Pêşî bi hinceta şert û mercên hewayê gor nayê vekirin. Ceylan dibêje: "Lê piştî liv û tevgera parêzeran gor hat vekirin. Ji ber bapîra min nexweş bû ji bo DNA'yê nimûne ji min girtin. Me ew jî di şert û mercên pir xirab de da."
Ceylan, bilêv dike ku gor li ber çavê wê hatiye vekirin û dibêje: "Hin gorên bêxwedî yên din jî hebûn. Dozger got 'Eger ev aîdî yekî ji wan be em ê yê din jî vekin.' Ji ber ew ne ê me bû yê din venekirin. Lê tişta ecêb ew e; goreke ku 12 salan girtî be divê axa wê hişk be. Lê axa gorê pir nerm bû."
‘HESTÎ DAN BER MIN'
Ceylan, çûyîna dozgeriyê û tiştên li wir hatin serê wê jî vegot: "Li ber çavê min hestî xistin kîsikekî û danîn ser maseyê. Bi saetan min li kîsik nerî. Paşê min got qey hûn ji Xwedê jî natirsin? Ev ya xalê min e an jî bavê min e. Piştî vê îhtimalêê sekreter kîsik raakir." Piştî meh û nîvekê encamên DNA'yê diyar dibin. Lê belê li gor encamên DNA'yê ew hestiyên hatine derxistin ne bavê wê û xalê wê bûne.
Ceylan dibêje: "Şevekê bêyî hayê malbata min jê çêbibe min berê xwe da cem wê gorê. Wê rojê li li wir pir giriyam. Paşê hevaleke min a li Kerboraanê hat ez birim mala xwe."
GOTINA DAWÎ: TÊKOŞÎN
Herî dawî Ceylan dibêje: "Berê di her 25'ê Çileyê de li Silopiyayê bavê min û xalê min dihatin bibîranîn. Lê bi qedexeyên dawî re êdî nehiştin kes wan bi bîr bîne. A rast min nizanibû li Tirkiyeyê ev qas êş hene. Wexta hatim vira kêm zêde hîseke ku ez êşa xwe parve bikin li min peyda bû. Min li wir bi hezaran êş dîtin. Piraniya wan zarokên xwe, dayikên xwe, bavên xwe winda kirine." Ceylan, diyar dike ku ji bo êdî kes neyên windakirin û ji bo tu zarok bêbav û tu dayik bê zarok nemînin ew ê bitêkoşin.
‘ZAROKATIYA ME JÎ JI ME STENDIN'
Diyar Taniş, kurê Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş, niha 19 salî ye. Wexta bavê wî hat windakirin temenê wî sal û nîv bûye. Wekî gelek eksan wî jî bavê xwe nas nekir. Tenê bi qasî ku kalê wî, diya wî û xizmên wî jê re gotine bavê xwe nas dike. Diyar ku dibêje "sûretê wî qet nayê ber çavê min" diyar dike ku ew ji mirovan bavê xwe nas dike û dibêje: "Dibêjin bavê min yekî pir wêrek bûye. Di 13 saliya xwe de zewiciye. Di 13 saliya xwe de xebitiye. Ev ji bo me pir zehmet e. Me bavê xwe winda kir. Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji me stendin. Me zarokatiya xwe nejiya. Tenê ji wêneyan bavê xwe nas dikim, wekî din qet nayê bîra min."
PEYV DI QIRIKÊ DE ASÊ DIBIN
Diyar dibêje "Wexta gotin tê ser bavê min nikarim biaxivim. Peyv di qirika min de asê dibin. Gelo ev ji ber ku min bavê xw enedîtiye an jî ji ber bêriya wî dikim, nizanim" û gotin di qirikê de asê dibin û bêdeng dimîne.
Piştî bêdengiyeke dûr û dirêj, Diyar tev li Dayikên Şemiyê dibe, êşbariya xwe sivik dike û dibêje: "Lê binerin, ez ne bi tenê me. Ji bo min bûn, bav. bûn dayik, bûn bxwişk. Destek dan min." Diyar ku xwest her kes destekê bide wan dibêje: "Windakirin sûc e. Em her kesî vedixwînin ku bibin dengê me. Bila neyên jibîrkirin. Bila li her derî bê bihîstin. Ev êş tenê ne êşa me ye, divê bibe êşa her kesî."
MA / Sadiye Eser