AMED - Di nav malbatên ji bo tedawiya girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bişopînin tên Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, dayikên ku zarokên wan li Samsûn, Kayserî û Enqereyê girtîne jî hene.
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de di 26'ê Gulanê de çalakiyên xwe bi dawî kirin. Piştî çalakî bi dawî bûn girtî an sewqî nexweşxaneyan an jî revîrên girtîgehan hatin kirin û dest bi tedawiya wan hat kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê hatin kirin. Xizmên girtiyan jî ji bo tedawiya zarokên xwe bişopînin tên nexweşxaneyê. Yek ji evan dayikan jî Şehrîban Ûyanik (47) e. Keça wê Leyla Ûyanik (25) û birayê wê Harûn Ûyanik (25) 87 rojan di greva birçîbûnê de mane. Ûyanik, diyar kir ku birayê wê Harûn Ûyanik 5 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa D a Bunyan a Kayseriyê de ye û keça wê Leyla jî 4 sal in girtiye, 19 sal cez alê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Jina ya Sîncanê de ye.
Ûyanik, diyar kir ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn, ew hatine nexweşxaneyê da girtiyan bibînin. Ûyanik, bal kişand ser zor û zehmetiyên greva birçîbûnê û destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe ji lewre ev yek di hiqûqa Tirkiyeyê de cih digire. Ûyanik,a nî ziman ku daxwaza zarokên wan daxwazeke rewa ye û ew destekê didin vê daxwazê.
'EM DAKETIN KUÇEYAN'
Ûyanik, diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê dest pê kirin ji bo liv û tevgerê ew dereng mane û ji bo vê lêborîn ji zarokên xwe xwest. Ûyanik, anî ziman ku pêşî ew fikirîne "gelo biçin ber girtîgehê an cihekî din" û ji ber vê ew derneg mane. Ûyanik, diyar kir ku ji bo ew hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re pêk bînin çûne Enqereyê, lê belê berî bigihên Enqereyê polîsan rêya wan biriye û paşê ew dayik daketine kuçeyan.
'EM Û ZAROKÊN XWE BI SER KETIN'
Ûyanik, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de dayik bi erê ve hatine kişandin û bi şidetê re rû bi rû mane ûg ot: "Qaşo bihuşt di bin piyê dayikan de ye, lê belê tu gotin û heqaret nemaye li wan nehatiye kirin. Lê me û zarokên xwe tev de ev pêkanîn şikandin û daketin kuşeyan. Niha bi rojî me lê wek ne bi rojî bim, çimkî pir kêfxweş im. Em û zarokên xwe tev de bi ser ketin û bawer im em ê bigihên armanca xwe."
‘JI BO AZADIYA GEL'
Ûyanik, destnîşan kir ku têkoşîna zarokên wan ji bo azadiya vî gelî ye û got: "Her tim heta ji destê me bê em ê şopdarê zarokên xwe bin. Heta welatê me azad nebe û heta zarokên me ji girtîgehan dernekevin em ê bitêkoşin."
'HETA TEDAWIYA WAN BIQEDE EM Ê LI VIRA BIN'
Ûyanik, anî ziman ku keça wê li Enqereyê û birayê wê jî li Kayseriyê girtiye, lê belê girtiyên li vira jî zarokên wê ne û heta tedawiya wan biqede ew ê li vira bin.
Hazal Yildirim ku kurê wê Mehmet Yildirim 10 sal in girtiye û di Sibatê de li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê ketiye greva birçîbûnê, diyar kir ku di vê pêvajoyê de ew hatine derbkirin, hatine binçavkirin û gef li wan hatine xwarin lê belê wan dev ji kuçeyan bernedaye. Yildirim ku got "Armanca me şikandina tecrîda li ser gelê me ye" diyar kir ku ji ber grevên birçîbûnê bi dawî bûne em pir kêfxweş in û wexta ew girtiyên ji bo tedawiyê tên nexweşxaneyê dibînin moralê wan baş dibe.