MÊRSÎN - Li Mêrsînê, 54 kesên xwestin balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, herî kêm 3 caran her serê kesekê 320 lîre cezayê pereyî hat birîn. Dayikan, diyar kir ku ew nikarin vî cezayê pereyî bidin û got: "Çi dikin bila bikin wê nikaribin wî pereyî ji me bistînin."
Li Mêrsînê, di çarçoveya Qanûna Qebehetan de li 54 kesên ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, herî kêm 3 caran her serê kesekê 320 lîre cezayê pereyî hat birîn. Midûriyeta Emniyetê ya Akdenîzê bi îdiaya "derî fermanê tev geriyane" cezayê pereyî li 54 kesan birî. Dayikên girtiyan bertek nîşanî vî cezayî dan û gotin, ew ê vî pereyî nedin.
‘EM NADIN'
Avniye Sûngûr ku kurê wê Mervan Sûngûr li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ket greva birçîbûnê, destnîşan kir ku çalakiya wan çalakiyeke mafdar bûye û ew vî cezayê pereyî qebûl nakin. Sûngûr, anî ziman ku ew ji bo zarokên xwe daketina qadan û got: "Me gotibû heta zarokên me di greva birçîbûnê de bin em ê li qadan bin. Me ji wan re got 'Em ê vî cezayê pereyî nedin.' Eger em vî cezayî bidin ew ê mafdar derkevin. Ji me re gotin 'Eger hûn careke din dakevin kuçeyan em ê dîsa ceza li we bibirin.' Me jî gotibû 'çi dibe bila bibe em ê dakevin kuçeyan.'"
'ME ZIRAR NEDAYE KESÎ'
Seyfiye Yavûzlû ku ji bo kurê xwe Serdar Yavûzlû yê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê de bûye daket qadan, diyar kir ku polîsan cezayê pereyî li wan biriye û got: "Me di çalakiyên xwe de zirar nedaye kesî. Eger me rê bigiratan, me heqaret bikira me yê bigota mafdar in. Lê me tiştek nekiriye. Tenê me daxuyanîd aye. Tenê me dixwest grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Em ê vî cezayî nedin û îtiraz bikin."
‘EM JI BO MAFÊ JIYANÊ DAKETIN QADAN'
Meryem Erbey ku du zarokên wê û neviyek wê di greva birçîbûn de bû, destnîşan kir ku ji bo parastina mafê jiyanê ew daketine qadan û got: "Wisa xuyaye pereyê dewletê nemaye. Loma cezayê pere li me dibire. Halbûkî ne sûcê me ne jî pereyê me heye. Em ê nedin. Çi dikin bila bikin nikarin ji me bistînin."
MA / Ergin Çaglar