AMED - Dayika Zulkuf Gezen ê ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, Havva Gezen, gora kurê xwe ziyaret kir û got: "Daxwaza hevala Leyla û hevalên wê bi cih hat. Ez hatim ku mizginiyê bidim te."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû, di roja 200'emîn de piştî banga Ocalan di 26'ê Gulanê de daxuyanî da û çalakiya xwe bi dawî kir.
Dayik û bavê Zulkuf Gezen ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 17'ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî Havva Gezen û Şehmuz Gezen, piştî çalakiyên grevên birçîbûn û rojiya mirinê bi dawî bûn, gora kurê xwe ziyaret kirin.
‘EZ HATIME KU MIZGINIYÊ BIDIM TE'
Dayik Havva Gezen heya demek dirêj li ser gora kurê xwe Gezen rawestiya. Dayik Gezen a kêliyên bi hestiyar jiya, ji kurê xwe re got: "Daxwaza hevala Leyla û hevalên wê bi cih hat. Ez hatim ku mizginiyê bidim te."