* Dayikên kitanpsî ku ji bo bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê bi mehan li kuçeyan têkoşiyan, diyar kirin ku peyama Ocalan ji bo gelan bûye cihê hêviyê û gotin: "Di vî warî de divê em hîn bêtir xwedî li têkoşînê derkevin."
* Walîtiya Colemêrgê, der barê bikaranîna zozanan de nivîsek parve kir û di nivîsê de diyar kir ku dê şivan û kesên li cem wan di lêpirsîna ewlehiyê re bên derbaskirin û kesên der barê wan de tiştek hebe wê nikaribin biçin zozanan.
* Li Mêrsînê, 54 kesên xwestin balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, herî kêm 3 caran her serê kesekê 320 lîre cezayê pereyî hat birîn. Dayikan, diyar kir ku ew nikarin vî cezayê pereyî bidin û got: "Çi dikin bila bikin wê nikaribin wî pereyî ji me bistînin."
* Di nav malbatên ji bo tedawiya girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bişopînin tên Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, dayikên ku zarokên wan li Samsûn, Kayserî û Enqereyê girtîne jî hene.
* Zarokên Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ku di binçavan de hatin windakirin, gotin: "Tenê ne bavê me zarokatiya me jî ji me stendin."
* Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Parêzer Muhdî Oztuzun rewşa piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê derket holê nirxand û got: "Projeyeke Ocalan heye û çareseriyeke kolektîf berpêş dike. Ji bo gelên Tirkiyeyê hêviyeke nû çêbû."
* Dema qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hat kirin, navê "Komeleya Jin û Demokrasiyê" hat guherandin û navê "Navenda Piştevanî û Pêşxistinê ya Jinê" lê hat kirin û Sûltan Ozen wekî midûrê navendî hat tayînkirin. Derket holê ku Ozen amûrên navendê yên bi 180 hezar lîreyî ji budçeya şaredariyê hatine kirîn li kamyonê bar kiriye û biriye.
* Qeyûmê Cizîrê ku 220 milyon TL deyn xist stuyê şaredariyê û tevî avahiya şaredariyê gelek mal û milkên şaredariyê dewr kirin, diyar kir ku di navbera 15-31'ê Adarê de meaşê wî yê 15 rojan nehatiye razandin û şaredarî da ber îcrayê.
* Danişîna doza darizandina Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)
* Malbatên polîs û leşkerên HPG'ê dîl girtine, dê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.30)
* Pêşketinên piştî binçavkirin û îşkenceyên li Xelfetê rûdan hatin jiyîn, dê bên şopandin. (10.00/17.00)