AMED - Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê bi sewqkirina 5 girtiyan re hejmara girtiyên tên tedawîkirin derket 27'an. Girtî li odeyên ku 2 gardiyan, 2 leşker û polisekî lê dimînin tên tedawîkirin
Ji 221 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa D a Amedê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawi kirin 22 girtî, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê tên tedawîkirin. Tedawiya girtiyên din ku ranekirina nexweşxaneyan jî li revîra girtîgehê tê berdewamkirin.
5 GIRTIYÊN DIN JÎ ANÎN NEXWEŞXANEYÊ
Di saetên sere sibehê de girtiyên bi navê Mehmet Polat, Recep Ozkiliç, Servet Kaya, Şaban Çelîk û Ahmet Tabû bi wesayîta rîngê di bin ewlehiya bilin de anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Her 5 girtî jî birin qata 10'emîn ku tenê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatiye amadekirin. Bi van her 5 girtiyan re hejmara girtiyên li nexweşxaneyê derket 27'an. Li gorî tehlîlên xwînê tê payîn ku hin girtiyên din jî sewqî nexweşxaneyê bên kirin.
JI HER ODEKÎ RE 5 PEYWİRDAR
Girtiyên ku bi awayê ku destê wan bi nivîna wan ve hatiye kelepçekirin, tên tedawîkirin, bertek nîşanî leşker û gardiyanan didin. Destûr nayê dayîn ku kes derbasî qata 10'emîn a nexweşxaneyê ku gelek leşker, polis û gardiyan lê hene bibe. Li serwîsê odeyên ku girtiyek an jî 2 girtî lê dimînin 2 leşker, 2 gardiyan û polisek li hatine bicihkirin. Xebatkarên tenduristiyê jî piştrast kirin ku dema tedawiya girtiyan dikin leşker, gardiyan û polis odeyê terk nakin.
HDP'Î MIJÛL DIBIN
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel û Hevserokê R3existina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan li nexweşxaneyê derbarê rewşa girtiyan de agahî ji bijîjk û malbatên girtiyan girin û bi wan re mijûl dibin.
ŞIRNEX
Li aliyê din Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê re hevdîtin pêk anî û ragihandin ku li girtîgehê bi giştî 22 girtî ketine çalakiya greva birçîbûnê wiha got: "Rewşa 6 girtiyan li ber girtiyên din giran e. Bi hin girtiyan re êşa çav û mîdeyê heye. Dema girtiyan rakirina nexweşxaneyê hatiye xwestin ku girtî bi kelepçekirî bên mieynekirin. Me mijarê bi rêveberiya girtîgehê re parve kir û jê rêveberiyê xwest ku bernameya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) pêk bîne.