ENQERE - Di danişîna Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de, dozger mutaleya xwe aşkere kir û ji ber demboriyê xwest ku bersûc beraet bikin.
Di navbera salên 1992-1996’an de li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, esker û cerdevanan 22 welatiyên sivîl kuştibûn. Derbarê van kuştinan de doz hatibû vekirin û ev doz didome. Danişîna 18’emîn a “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” ku di raya giştî de tê nasîn, li 5’emîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.
Ji bersûcan Mehmet Salih Kiliçaslan bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên gazindker Senem Doganoglû, Erdal Kûzû û gelek parêzerên din beşdarî danişînê bûn
Piştî tespîtên nasneyê danişînê dest pê kir. Şandeya dadgehê berî ku dozger mutala bixwîne, ji Kiliçaslan pirsa daxwazên wî kir. Bersûc diyar kir ku ew îfadeya xwe ya berê dubare dike û beraeta xwe dixwaze.
DOZGER BERAET XWEST
Dozgerê Komarê Mehmet Hanîfî Yildirim piştî parastina parêzerên gazindker, mutala da. Dozger di mutaleya da û ji ber demboriyê xwest ku bersûc bên beraet kirin.
Parêzerên gazindker piştî xwendina mutaleya dozger, qeydên deng ên bi SEGBîS’ê hatine girtin daxwaz kirin.
Şandeya Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîna taloqî 9’ê Îlona 2019’an kir.