ŞIRNEX - 7'emîn rûniştina doza rojnameger Ziya Ataman ku 3 sal in girtî ye û nexweş e hat dîtin û nehat tahliyekirin. Şahid Ûgûr Eyînç ku ji ber derewên kiriye derbarê wî de 22 caran lêpirsîn hatiye vekirin, diyar kir ku xwendin û nivîsandina wî tuneye û bêyî ku bixwîne beyanan îmze kiriye. Girtî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bûn.
7'emîn rûniştina doza nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman ku ji 11'ê Nîsana 2016'an ve girtiye, li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin. Bi Ataman re 9 jê girtî bi giştî 19 kes tên darizandin. Rûniştina ku parêzer lê hazir bûn hin xizmên girtiyan jî şopand. Pirî girtiyan îfadeyên xwe yên beriya niha dabûn bi bîr xistin û angaştên derbarê xwe de careke din red kirin. Rojnameger Ataman ku rojek berê çalakiya xwe greva birçîbûnê bi dawî kir jî bi wergervanê kurdî re parastina xwe kir.
ŞAHID: NAYÊ BÎRA MIN
Piştî girtiyan, şahidan îfadeyên xwe dan û piraniya wan da zanîn ku di bin zext û zordariyê de îfadeyên xwe dane. Şahidan teşhîsaên hatibûn kirin jî red kir. Şahid Ûgûr Eyînç ku ji ber derewên kiriye derbarê wî de 22 caran lêpirsîn hatiye vekirin, diyar kir ku xwendin û nivîsandina wî tuneye û bêyî ku bixwîne beyanan îmze kiriye. Eyînç pirsên derbarê kesên ku li ser wan îfade dabû jî timik bi gotina "Nayê bîra min" bersivand. Piştî parastina parêzaran heyeta mahkemeyê bêyî ku mutalaya dozger bixwaze navber da dadgehê. Piştî navberê heyetê biryara berdewamkirin kesên girtî da û rûniştinê taloqî 4'ê Tîrmehê kir.