STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji rarêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan, Newroz Uysal, Mazlum Dînç, Faîk Ozgur Erol û Cengiz Yurekli, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Ocalan piştî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtin kirin, 810 caran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster li tarîmê ye" “OHAL” "Astengiyên der barê girtî yên zagona hêjmar 5275'an de" serlêdanên parêzeran dihatin redkirin.
Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran herî dawî di 22’yê Gulanê de carek din hevdîtin bi Ocalan re klirin.
Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê di 17'ê Nîsanê de biryara qedexeya li ser parêzeran rakir. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî, di 16'ê Gulanê de daxuyanî dabû û gotibû “Biryara astengkirinê li ser parêzerên Ocalan hatiye rakirin."