SÊRT - Li Dihê 2 kesên ku bi serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li navçeya Dihê ya Sêrtê di 24'ê Gulanê de polisan bi ser malan de girtibû û endamên yêdek ên meclisa Şaredariya Dihê Harûn Mûtlû (35) û Hakan Demîr (35) binçav kiribûn. Piştî îfadeyê wan ên li Miduriyeta Polisan a Dihê hatibû girtin, Mûtlû û Demîr sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Mûtlû pîştî kirariyên xwe yên li dozgeriyê û Demîr jî ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin li dadgehê hatin berdan.