STENBOL - Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hasan Ceyhan diyar kir ku di derketina Metroyê ya Gayrettepê de ji hêla ewlekar û polisan ve hatiye girtin û li odeyekê bi qasî saetekî lê dane. Ceylan ji nexweşxaneyê rapor girt û got ku dê derbarê polis û ewlekaran de serlêdana sûc bike.
Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hasan Ceyhan diyar kir ku di derketina Metroyê ya Gayrettepê de ji hêla ewlekar û polisan ve hatiye derbkirin. Ceylan da zanîn ku ji ber nexweşê epîlepsiyê ye dem deman ji xwe ve diçe û wiha got: "Ji bo ku bêm Taksîmê li Yenîkapiyê li Metroyê siwar bûm lê di Metroyê de ji xwe çûm. Li Stasyona Gayrettepê bi hişê xwe hatim. Ambûlansên ku hatin li vir mudaxaleyî min kirin. Piştî kedkarên tenduristiyê, ewlekar û polis hatin cem min. Polisan çenteyê min li hev xistin û têde rojnameya Yenî Yaşamê dîtin. Li ser vê yekê xebatkarên ambûlansê ji min re gotin, 'Rewşeke te ya em te bibin nexweşxaneyê tuneye. Derkeve derve hewa bigire. Dema ku min xwest derkevim derve, polisan gazî min kir û min birin qulîbeyeke ewlekaran. Min li wir dan rûniştandin û polisek kulm avêt ser çavê min. Ji ber ku bi min re nexweşî heye, min jî pê re bersiv da. Li ser vê yekê ewlekarê metroyê û 2 polisên li qulîbeyê bi qasî saetekê min derb kirin."
'HETA ÇÊRÎ OLA MIN JÎ KIRIN'
Ceyhan destnîşan kir ku dema lêdanê polis û ewlekarên metroyê heqaretê lê kirine û ev tişt anî ziman: "Polisan timik ji min re digot, 'Terorîst, xayînê welat, em ê berî serê we bidin, biçin Sûriyeyê, çeka xwe bigire derê çiya' Dîsa ji dayika min bigire heta ola min çêrî gelek ferdên malbata min kirin. Gotin ku Rojnameya Yenî Yaşamê qedexe ye û rojnameya Qendîlê ye û kesên rojnameyê min dixapînin û pereyê qezenc dikin dişînin hin cihên din. Telefona min hinek li hev xistin. Ji hevalekî min re gotin ku qadroyê Qendilê û ew wî nas dikin û her roj li taxa Gaziyê digere. Ewlekar jî ji polisan re got, 'Van xayînê welat in. Destûr bidin ez berî serê wî bidim'."
'HEQERAT LI DEMÎRTAŞ Û DUNDAR KIRIN'
ceylan got ku ji bo giliyê wan neke polisan bi darê zorê belegeyek pê dane îmzekirin û axaftina wiha bi dawî kir: "Ji bo ku wan gilî nekim gelek zext li min kirin. Bi gotina 'Cin hatin' min ditirsandin û gef li min dixwarin. Dîsa heqeretê li Selahattîn Demîrtaş kirin û gotin ku Demîrtaş terorîstê mezin e. Polisekî ku telefona li hev dixist, dema dît ku ez Can Dundar dişopînim ji min re ev tişt got, 'Tu çima vî bêxisletî dişopînî? Ev xayînê welat e'. Bi zorê belgeyeke ku ez ê giliya wan nekim bi min dan îmzekirin û min berdan. Lê min çû nexweşxaneyê rapor girt û dê derbarê wan de serlêdana sûc bikim."