NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê PYD’ê Salih Muslim, peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo Sûriyeyê dan nirxand û got: “Di çareseriya Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, divê rola pozîtîk a Ocalan neyê piştguh kirin.”
Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm, peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê piştî 8 salan du caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û di her du hevdîtinan de jî, li ser pêşketinên Sûriyeyê rawestiya, nirxand.
Muslîm ê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî, bal kişand ser rolê Ocalan ê di Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de û got: “Em dixwazin Ocalan di çareseriya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de cih bigire.”
Muslim di destpêka axaftina xwe de ji bo berxwedana ku bi pêşengtiya Leyla Guven hat meşandin diyar kir ku, di dîrokê de berxwedanên wiha kêm hatine dîtin û vê berxwedanê hişt ku dewleta Tirk zagonên xwe pêk bîne.
‘ROLA OCALAN’
Muslim, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ewlehiya mafên gelan esas digre û wiha axivî: “Paradîgmaya Rêber Apo mîrateyek ji gelê Rojhilata Navîn re ye. Ji ber wê jî gelê Rojhilata Navîn Rêber Apo wekî rêberê gelan pênase dikin. Em jî li ser paradîgmaya Rêber Apo dimeşin. Ji bo wê jî projeya netewa demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketiye divê ewlehiya wê bê kirin. Her wiha mafên gelan jî li vir dibin di gerantiyê de be. Têkoşîna me ji bo vê ye. Peyama ku Rêber Apo dide jî di vê çarçovê de ye.”
‘OCALAN DIKARA BI RAMENÊN XWE REWŞÊ BIGUHERÎNE’
Muslim teqez kir ku Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de rolek pozîtîf dê bilîzê û wiha dewam kir: “Heger derfet çêbibe û aliyên pirsgirêkê jî vê bipêjirênin ez texmîn dikim ku Rêber Apo wê rolek aktîf di çareseriya pirsgireka Sûriyê de bilîzê. Di çareseriya pirsgireka Sûriyê de hemû dewlet li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ev jî bûye sedem ku ti çareserî pêk neyê. Lê Rêber Apo bi fikrê xwe yê demokratîk, pêşniyar û nêrînên xwe dikarê rewşê biguherînê.”
‘JI BO ÇARESERÎ Û ARAMIYÊ’
Muslim tekildarî nêrînên Ocalan ji bo çareseriya pirsgirekên Sûriyê wiha axivî: “Di çalakiyên li dijî tecrîdê de diyar bû ku, dilê gelê Kurd li Îmralî ye. Rêber Apo tiştek çewt nabejê ku ev gel wiha wî himbêz dike. Yên ku bi rastî çareserî û aramî ji Sûriyê û Rojhilata Navîn re bixwazê divê rola pozîtîf ya Rêber Apo paşgih neke.”
‘TIRKIYE HESASIYETAN BINPÊ DIKE’
Salih Muslim anî ziman ku TirkiyE hesasiyetên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hesasiyetan de divê pîvanên Tirkiyê hebin. Ji berê de em hesasiyêtên Tirkiyê li berçav digirin. Me êrîşî ti dewletan nekiriye û dijminatî nepejirandiye. Yên ku her xwe parastin em in. Di nêrîna min de ev peyama Rêber Apo ya der barê hesasiyetên Tirkiyê de ku anî ziman di heman demê de ji bo Tirkiyê jî peyamek e. Di mêjiyê Tirkiyê de hêjî ‘Kurdê baş kurdê miriye’ cîh digre. Divê ev mejî bê guhertin û rêz ji vîna gelê Kurd re bê girtin. Êrîş, dagirkerî û gefên dewleta Tirkiyê li Efrînê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê berçave ku dewleta Tirkiyê hesasiyetan binpê dike.”