AMED - Derbarê Parlementera HDP’ê Dersîm Dag a 85 rojan li dijî tecîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ma, ji ber di 19’ê Çile de beşdarî mîtîngê bû û di daxuyaniya da de bal kişand ser grevên birçîbûnê, bi hinceta “Pesnê Leyla Guven daye” de fezleke hat amadekirin.
Derbarê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersim Dag a 85 rojan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ma, ji ber di mîtinga 19’ê Çile ya li Qada Îstayonê hat lidarxistin de, bal kişand ser grevên birçînê, fezleke hat amadekirin.
Di fezlekeya hat amadekirin de, gotinên Dag ên derbarê grevên birçîbûn û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 200 rojan di greva birçîbûnê de kirî sûc hatin dîtin. Dag ji bo tevlîbûna mîtînga di 19’ê Çile de hat lidarxistin di 17’ê Çile de bang beşdar bûnê kiribû. Ev bang Dag a ji bo mîtînga paratiya xwe kirî jî sûc hatiye dîtin.
‘LEYLA GUVEN WEKE BÊSÛC PÊNASE KIR’
Di fezlekeya derbarê Dersim Dag hat amedekirin de wiha hat gotin: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi ‘Fermana KCK’ê’ dest bi greva birçîbûnê kiriye û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî xwedî vê fermana KCK’ê derketiye. Dersim Dag, di raya neteweyî û navneweteyî de bi awayekê pesindar Leyla Guven nirxandiye û hewl daye çalakiya wê rewşa nîşan bide.”
Di fezleke de hat xwestin ku bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” destnedayîna Dag bê rakirin.
MA / Ozgur Paksoy