ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ku birayê wê Ramazan Îmîr li Strasbûrgê 161 rojan di greva birçîbûnê de ma, ji bo çalakiya greva birçîbûnê û armanca wê got: "Careke din nîşan dan ku berxwedan serketinê tîne. Kesên ji bo heqîqetê israr kirin bi ser ketin."
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, li girtîgehan û bajarn Ewropayê çalakgeran çalakiya xwe bi dawî kir. Yek ji evan çalakgeran jî Ramazan Îmîr birayê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr e. Ramazan Îmîr, li bajarê Strasboûrgê 161 rojan di greva birçîbûnê de ma.
Îmîr, bal kişand ser encama çalakiyê û peyama Ocalan.
Îmîr, pêşî girtiyên di pêvajoya grevên birçîbûnê de dawî li jiyana xwe anîn bi bîr anî û got: "Ev têkoşîn ji bo siberoja zarokên me bû. Bedêlên mezin hatin dayîn. Lê bi ser ket." Îmîr, anî ziman ku çalakgeran bi têkoşîna xwe astengiyên li ber jiyanê bêwate kirine û got: "Careke din berxwedan dan ber min. Ev tenê ne li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan bû, li dijî faşîzmê bû ku hemû mirovan dîl girtibû."
Îmîr ku got "Sala 2019'an bû sala berxwedanê" diyar kir ku divê hemû mirov xwe bispêrên çalakgerên ji bo azadiyê têdikoşin û got: "Kesên ji bo heqîqatê israr dikirin careke din bi ser bikevin. Nîşan dan ku ên li hemberî wan ne pir girîng in. Careke din nîşan dan berxwedan serketinê bi xwe re tîne. tecrîdê şikandin." Îmîr, anî ziman ku divê mirov xwedî li vê helwesta çalakgeran derkevin û got: "Di destpêka çalakiyê de gelek kesan fikrên xwe ji derdora xwe re jî nedigotin. Xwe radestî polîtîkayên îktîdarê kiribûn. Bêbaweriyek hebû. Lê belê niha ew bêbawerî bêwate bû."
'OCALAN RÊYA AŞTIYÊ VEDIKE'
Îmîr, bal kişand ser peyama Ocalan û destnîşan kir ku Ocalan helwesta xwe ya 2013-2015'an hîn jî diparêze û got: "Divê gelên Tirkiyeyê û aştîxwaz xwedî li peyama Birêz Ocalan derkevin. Birêz Ocalan rêyeke nû û firsendeke nû nîşan berpêş dike. Rêya aştiyê vedike. Divê peyamên Birêz Ocalan bi her awayî bên nîqaşkirin û ji bo aştiyê gavin bên avêtin."