STENBOL – Masîde Ocak û Îkbal Eren Yarici ku di binçavan de birayên wan hatin windakirin, 24 sal in heman qadê bi hev re têdikoşin û gotin: "Heta em aqûbeta windayên xwe hîn nebin, heta daxwaza me ya ji bo edaletê pêk neyê û heta em kiryarên wan nebînin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
Dayikên Şemiyê, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ji 27'ê Gulana 1995'an li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Lê belê ji hefteya 700'emîn û vir ve nahêlin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin û niha li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya xwe li dar dixin.
Di 17'ê Gulanê de cenazeyê Hasan Ocak ê di bin çavan de hat windakirin hatibû dîtin. Ji ber vê 17-31'ê Gulanê wekî "Hefteya Têkoşîna Navnetewî ya Li Hemberî Windakirinên Di Binçavan De" hat îlankirin.
Bi boneya vê hefteyê Masîde Ocak xweişka Hasan Ocalak û Îkbal Eren Yazici xwişka Hayrettîn Eren ku di dema darbeya 1980'yî de hat windakirin, axivîn.
Ocaka, diyar kir ku wan têkoşîna Dayikên Plasaz De Mayo esas girtiye û loma daketina Qada Galatasaryê û got: "Em bi daxwaza bila winda bên dîtin, bila winda radestî malbatên wan bên kirin û kiryar bên darizandin daketin qadan." Ocaka, bi bîr xist ku ewilî ew 4-5 malbat bûne û paşê ev hejmar zêde bûye. Ocaka, diyar kir ku wexta ew li Qada Galatasarayê rûdiniştin û got: "Qada Galatasarayê veguherî qada lêgerîna ji bo windayan. Veguherî mekanê hafizeyê, qada nejibîrkirinê."
Ocaka, anî ziman ku wexta nû dest bi çalakiya rûniştinê kirine biz ext û zoriyan rû bi rû mane û ewilî di 8'ê Tîrmeha 1995'an de bi astengiyan re rû bi rû mane. Ocaka, destnîşan kir ku lê belê dîsa jî wan dev ji çalakiya xwe bernedaye û got: "Di 15'ê Tîreha 1998'an di hefteya 170'yemîn de Qada Galatasarayê li me hat qedexekirin. Tam 30 hefteyan em lis er hevdu hatin binçavkirin. Dayikên me pir extiyar bûn. Ên kemoterapî didîtin, ên astim bi wan re bûn hebûn. Di 30 hefteyî de hezar û 93 ke hatin binçavkirin. Hin kesan 3-45 roj rapora ku nikarin tiştekî bikin stendin. Di dawiya 30 hefteyî de di 3'yê Adara 1999'an de me navber da çalakiya xwe. Me navber dayê, lê tu carî me pêwendiya xwe ji hev nebirî."
'HETA EM HEMÛYAN NEBÎNIN Û KIRYAR NEYÊN DARIZANDIN EM Ê LI QADA GALATASARAYÊ BIN'
Ocaka, anî ziman ku wexta wan li Qada Galatasarayê dest bi rûniştinê kiriye hejmara kesên di binçavan de hatine windakirin kêm bûye û got: "Dayikên hatin Qada Galatasarayê gotin 'Wê kurê min jî winda bikirana. Tu çûyî tev li Dayikên Şemiyê bûyî kurê te winda nekirin.' Her wiha ên ji binçavan derketin û bi awayekî dijwar hatin îşkencekirin jî tev li me bûn. Hin kesan got 'Wê di binçavan de min jî bidana windakirin, lê hûn hene loma me nedan windakirin.' Ev ji ber vê têkoşîna me bû."
Ocak, destnîşan kir ku di sala 1994-95'an de serlêdanên ji bo windayan li ÎHD'ê hatin kirin 500 heb bûne, lê piştî wan li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye ev hejmar daketiye 9'an. Ocaka, bilêv kir ku Dayikên Şemiyê karekî pir girîng kirine û got: "Rê li ber polîtîkaya windakirinê ya dewletê girtin û mafên jiyanê yên mirovan parastin. Di sala 1998'an de di çarçoveya operasyona Ergenekonê de kesên hatin darizandin kiryarên windayên me jî bûn. Di dosyeyên windayên me de navê evan kesan jî cih digirt. Lê serlêdanên me yên di vî warî de encam negirtin. Me gelek caran serlêdana pêk anîn. Der barê Hasan de gelek belge hebûn, lê gotin 'dadgeha me der barê sûcê windakirina di binçavan de darizandinê nake.' Piştî evan pêkanînan em di 31'ê Çileya 2000'î de careke din daketin Qada Galatsarayê. Ocaka, diyar kir ku wan yeko yeko kiryar darizandin û ji ber van serlêdanên wan gelek gor hatine vekirin û nêzî 80 kes ji gorên komî hatine derxistin. Ocak, anî ziman ku wan xwe gihandiye hestiyên 50 windayî û heta ew hestiyên hemû windayan nebînin ew ê tim li Qada Galatsarayê bin.
‘17 HIKÛMET GUHERÎN'
Ocaka, anî ziman ku ji roja ku li Qada Galatasarayê dest bi rûniştinê kirine heta niha 17 hikûmet guherîne û got: "Ji roja windayên me çêbûne heta niha kîjan hikûmet îktîdar bûye, hemû berpirsiyar in. Niha sûcên nû li sûcên heyî tên zêdekirin. Di salên 90'î de em di şert û mercên dijwar de dihatin cem hevdu. Çimkî di salên 90'î de lêgerîna ji bo windayên xwe windakirina di binçavan de bû. Gelek kes hene li windayên xwe geriyane lê ew bi xwe di binçavan de hatine windakirin. Lê niha şert û mercên pir cuda hene. Me di tarîtiya 90'î de jî dengê xwe radigahnd. Niha jî welat ji aliyê hikûmeteke bêwijdan tê birêvebirin. Ne ji bo windayên me qanûn pêk tên ne edalet pêk tê ne jî windayên me radestî me dikin. Hikûmeta niha berdewamkerê sûcê salên 90'î ye. Doza Pasûrê bi bêcezatiyê bi dawî bû. Lê belê heman hikûmetê ji bo vê dozê berê lêkolînek kiribû berpirsiyarên wê diyar kiribûn. Lê ew berpirsiyar nehatin cezakirin."
‘EM WINDAYÊN XWE DIXWAZIN'
Ocak ku got "Daxwaza me û xwesteka me pir zelal e" diyar kir ku ji windayên wan çi mabin ew wan dixwazin û dixwazin edalet pêk bê. Ocak, diyar kir ku ev di berpirsiyariya hikûmetê de ye û got: "Ji dêvla ku hikûmet qanûnan pêk bîne, dengê me ditepisîne. Lê em ê bdeng nemînin. Me her cure astengî derbas kirin û gihaştin roja îro. Em ê ji niha û pê ve jî astengiyan derbas bikin."
'24 SAL IN TÊKOŞÎNA ME DEWAM DIKE'
Îkbal Eren Yarici ku birayê wê Hayrettîn Eren di 20'ê Mijdara 1980'yî de li Stenbolê hat windakirin, destnîşan kir ku lêgerînên wan ên ji bo birayê wê encam negirtine lê belî 39 sal in têdikoşin. Yarici, diyar kir ku di sala 1995'an de piştî cenazeyên Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hatin dîtin, bav Ocaj li Qada Galatasarayê bang kiriye û got: "Ji bo kes winda nebe li Qada Galatasarayê bang kir. Ên heman tişt hatin serê wan ber bi vê bangawaziyê ve çûn. Çimkî êşa me hemûyan yek bû, lê hayê me ji hev tune bû. Piştî di sala 1995'an de em li Qada Galatasarayê rûniştin me zêdetir dengê xwe ragihand. Em li wir jî pir haitin derbkirin. Em hatin binçavkirin lê nehiştin em rûnên. Lê me pir israr kir. Wexta mirov israr bike bi ser dikeve. Niha 24 sal in em têdikoşin. Wê têkoşîna me dewam bike. Zext û zorî didomin lê em mafên xwe yên Qanûna Bingehîn bi kar tînin."
Eren bi bîr xist ku dayik Elmas Eren got "Ez tenê gorekê dixwazim da em qurnefîlekê deynin serê" û got: "Me tiştek zêde nexwest. Ev dayiktî ye. Hin dayikên me hebûn bi destê xwe zarokên xwe teslîmî edaletê kirin. Ji bo her kesî me doza edaletê kir. Lê li vî welatî hin tişt paşê tên fêmkirin. Me xwe baş ji mirovan re venegot. Me dengê xwe negihand. Ev yek heta hefteyên ku dawiya sifir bû dewam kir. Piştî vê derdora me qerebalix bû."
Yarici ku got "Şert û mercên niha yên faşîzmê ne" got: "Di salên 1990'î de jî wisa bû lê niha faşîzm berbelav bûye. Te nahesibîne. Dîn, ziman û nîjadê faşîzmê tune ye. Ji bo berjewnediyên xwe her tiştî dike. Em hatin derbkirin. Em dozê vedikin, lê biryara neşopandinê dide. Em li aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Dadgeh 12'Ê Îlonê vebû. Ji bo bêje 'Ez dabekaran didarizînim, li welatê min edalet heye.' Ev dadgeh li ser derewan hatibûn avakirin. Lê bêedaletiya niha bi awayekî aşkere tê dîtin. Berê hindik bûna jî hin deriyên ji bo lêgerîna edaletê hebûn lê niha evd erî hemû hatine girtin."
‘EM Ê JI BÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN'
Yarici, destnîşan kir ku windayên wan ne amûr in û got: "Diya min 86 salî ye û hîn jî hêviya wê heye. Hêviyên me neqediyan." Yarici, diyar kir ku heta ew aqûbeta xizmên xwe hîn nebin, edalet pêk neyê û kiryar neyên dîtin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û got: "Dewlet dixwaze bide jibîrkirin, lê em ê tu carî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."
MA / İrfan Tuncçelik – Naci Kaya