ENQERE - Bi tevkariya Rojnameya Mornîng Star û Sendîkaya Rojnamevanên Netewî li Tirkiye û Kurdistanê "Platforma Rojnamevana ya Ji Bo Demokrasiyê" hat avakirin. Armanca platformê ew e ku rojnamevanên li Îngiltereyê piştgiriyê bidin rojnamevanên li Tirkiyeyê bi talûkeyan re rû bi rû dimînin.
Bi pêşengiya rojnameya Îngîltereyê Mornîng Starê li Tirkiye û Kurdistanê "Platforma Rojnamevana ya Ji Bo Demokrasiyê" hat avakirin. Edîtorê Navnetewî yê Rojnameya Mornîng Starê Steve Sweeney, der barê armanca platformê de ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî.
Sweeney, diyar kir ku Tirkiye girtîgeheke mezin a rojnamevana ye û got: "Înîsyatîfa ku me ava kiriye wê ji milekî cuda ve bêyî ji siyasetê bireve tev bigere." Sweeney, anî ziman ku platformê destekê ji saziyên hevalbend ên Tirkiye û Îngîltereyê digire û armanca wê ew e ku bibe dengê rojnamevanên bi talûkeyan re rû bi rû ne.
‘EV ÇALAKIYEKE PIŞTGIRIYÎ YE'
Sweeney, diyar kir ku wan navê "Twînnîng" li platformê kiriye û armanca wan "pergala rojnamevanan a hevalgirtinê" ye û got: "Em dixwazin rojnamevanên li Îngîltereyê bi hevpîşeyên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê bi hevalgirtî tev bigerin. Armanc, ew e ku saziyên çapameniyê bi hev re pêwendiyê deynin, agahiya ku li Tirkiyeyê bê sansurkirin li Îngîltereyê aj bide. Yanî armanc piştgirîbûn e. Ev çalakî, çalakiye piştgiriyê ye."
‘DÊ ÇAPEMENIYA ÎNGILÎZ BÊDENG NEMÎNE'
Sweeney, diyar kir ku ew ê bi vî awayî nehêlin çapemeniya îngilîz ji bo tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bêdeng bimîne û got: "Hema bêje grevên birçîbûnê û êrîşên li ser dayikan ên li Tirkiyeyê di çapemeniya îngilîz de qet derneket. Di mijara Ocalan de jî helwesteke dijber nîşan didin. Em ê bi vî awayî hewl bidin ku hêzên demokrasiyê yên Îngîltereyê bis er hikûmeta Tirkiyeyê de biçin, bi parlementer û sîyasetmedarên dost re civînên çapemeniyê li dar bixin û çalakiyan organîz bikin. Em çi bikin wê ew tişt bi biryara hevpar a hevrêyên me pêk bê û di vî warî de çi ji destê me bê em ê bikin."
TIRKIYE TENÊ NE STENBOL Û ENQERE YE
Sweeney, anî ziman ku wexta ew li Tirkiyeyê bû bûye şahidê zext û zoriyên li ser çapemeniyê û got: "Cerîbandina li cihê cih esas e. Loma gelek caran çûm Cizîr, Nisêbîn, Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê. Gelek rojnamevanên ji derveyîw elat tên tenê diçin Stenbol û Enqereyê. Mirov nikare tenê siyaseta Tirkiyeyê li Enqere û Stenbolê bişopîne. Her wiha me pêwendî bi partiyên siyasî, sendîka û saziyên hevalbend re jî danî. Ez çapemeniya azad jî dişopînim. Ajansên wekî MA ku serwîsa wê ya îngilîzî heye, ji bo me tiştekî bêhempa ye. Her wiha rojnamevanên cêwî wexta tiştek biqewime û tiştek bê seêr yekî ji wan, perçeya li vir demildest dikare kampanyaya piştgiriyê bide destpêkirin û pêwendiyê bi sendîka û parlementerên hevlabend re deyne."
Sweeney, anî ziman ku bi vê pergala hevalgirtinê re ew ê hewl bidin ku rojnamevanên Îngîltere û Ewropayê ji çerxa Enqere û Stenbolê xelas bikin û ji bo bê fêmkirin ka di şert û mercên zehmet de rojnamevanî çî ye, biçin bajarên kurdan û rojnamevaniyê bikin. Sweeney, got: "Min bi çavê xwe dîtin bê ka Tirkiye sûcên çawa dike. Divê careke din bêjim; em civateke polîtîk in û ji bo xweşîrînkirina li ber dilê Yekîtiya Ewropa, Neteweyên yekbûyî, Konseya Ewropayê, NATO û rêxistinên din ên emperyalîst em ê tu carî rastiyê nerm nekin. Saziyên bi vî rengî naxwazin li Tirkiye aştî û demokrasî hebe, çimkî dê ev ji bo qezenca wan a li Sûriye, Irak û Îranê nebaş be."
Sweeney, anî ziman bi hezarana endamên sendîkayê hene ku bi rêya vê platformê pêwendiyê bi hevpîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê re deynin û nexasim jî ji bo ew piştgiriyê bidin nûçegihanên MA û Jinnewsê yên girtî tev digerin.
MA / Gozde Çagri Ozkose