AMED – Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Selîm Sadak û yên pê re duh li Amedê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Li Amedê duh ber bi êvarê ve Endamê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Şaredarê Sêrtê yê berê Selîm Sadak û her wiha Remzî Kizilkaya, Necatî Pîrînçcîoglu û Mefahîr Altindag hatibûn binçavkirin. Sadak û yên pê re îro sewqî edliyê hatin kirin. Hat zanîn ku her 4 kes jî di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatine binçavkirin. Dozger Pirînçcioglu û Altindag bi şertê “kontrola adlî” serbest berda û Sadak û Kizilkaya jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Hat zanîn ku Sadak û Kizilkaya bi îdiaya “Rêveberê rêxistinê ne” daxwaza girtinê ji wan re hatiye xwestin.
Piştî Sadak û Kizilkaya jî li dadgehê îfade dan serbest hatin berdan.