COLEMÊRG - Resûl Arslan ku li Geverê di greva birçîbûnê de bû, rakirin nexweşxaneyê.
Resûl Arslan ku pişştî ji girtîgehê hat berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe ya li Gever a Colemêrgê didomand. Piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bûn îro Arslan jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Arslan di 65 rojên grev abirçîbûnê de 10 kîlo zihîf bûye û hat ragihandin ku wê demekê li nexweşxaneyê bimîne û bê kontrolkirin. Arslan, wexta sewqî enxweşxaneyê hat kirin axivî û diyar kir ku wê berxwedana sereke ji niha û pê ve dest pê bike. Arslan, bilêv kir ku bi destkeftiyên mezin greva birçîbûnê bi dawî bûye û grevên birçîbûnê şopeke dîrokî hiştiye.
Arslan, di sala 2012'an de hatibû girtin û 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Arslan di 3 yê Gulanê de jhatibû berdan.