DÎLOK - Dozgerê Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê, îdîa kir ku di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî sewqî nexweşxanê nekirin û girtiyan nexwestin biçin nexweşxanê.
Şandeya ji parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Hevseroka Bajêr Sûltan Bayindir, parêzerên endamên OHD’ê Bêrîvan Ozpolat û Sînan Taştekîn pêk hat, derbarê rewşa 72 girtiyên dawî li greva xwe ya birçîbûnê anîn de, bi dozgerê Girtîgeha Tîpa H Dîlokê re hevdîtin kirin.
'GIRTÎ LI DÎLOKÊ NEHATINE SEWQ KIRIN’
Togrûl, diyar kir ku wan du hem bi parêzer, hem bî rêveberiya girtîgehê û nûnerên girtiyan hevdîtin kirin û wiha axivî: “Rêveberiya girtîhê hevdîtin bi me re nekir. Dûre me hevdîtin bi dozgerê girtîgehê re kir. Dozger ji me re got ‘girtî naxwazin biçin nexweşxanê.’ heya niha tu girtî ji girtîgeha Dîlokê nehatine sewq kirin.”
Li aliyê din, 12 girtiyên duh bi şev ji Girtîgeha Kampûsa Tîpa T a Rihayê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê hatin kirin, rewşa tenduristiya wan başe. Di saetên serê sibê de 19 girtiyên din jî ji bo heman nexweşxanê hatin sewqakirin.