NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan Agirî û Erziromê, sewqên girtiyên dawî li çalakiya xwe ya rojiya mirin û grevên birçîbûnê anîn dewam dikin. Li hin nexweşxaneyan, girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçîbûnê qebûl nakin û wan paşve dibin girtîgehan.
Li Girtîgehên Tîpên F, T û Ewlekariya Bilind ên Wanê, Girtîgehên Oltî ya Erziromê û Patnos a Agiriyê sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxanê dewam dikin. Hat diyar kirin ku gelek girtiyên birin nexweşxanê, ji ber şert û mercên qawîşên hikûmxaran ên li nexweşxanê tedawî qebûl nekirin.
Li sê girtîgehên Wanê, 6 jê di rojiya mirinê de bi giştî 307 girtiyan dawî li çalakiya xwe greva birçîbûnê anîn. Sewqên girtiyan dewam dikin. Dîsan girtiyên di rojiya minê de jî sewqî nexweşxanê hatin û tên derman kirin.
ŞERTÊN DERMANKIRINÊ QEBÛL NEKIRIN
Girtiyên sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn Perwerdê ya Herêmê hatin kirin, ji ber şert û mercên dermankirinê tedawî red kirin û paşve şandin girtîgehê.
Di saetên serê sibê de gelek girtiyên din jî bi wesayîtên ringê sewqî nexweşxanê hatin kirin.
LI PATNOSÊ LI SER PIYAN TEDAWÎ KIRIN
Li Girtîgeha Tîpa L a Patnos a Agiriyê jî, girtî Senar Efe, Burhan Şik, Faysal Atak û Şafîî Kayihan ên di 10’ê Gulanê de ketin rojiya mirinê û 3 girtiyên di greva birçîbûnê de yên navê wan nehat zanîn, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê. 7 girtiyên li vê derê dest bi tedawiya wan hat kirin, tedawiya wan dewam dike. Li gorî agahiyan, hin girtiyên anîn nexweşxanê li ser piyan tedawiya wan hat kirin û dûre şandin girtîgehê.
Hat zanîn ku tedawiya çalakgeran li gorî protokola grevên birçîbûnê nayên kirin.
20 ÇALAKGER LI ORTÎ JÎ SEWQ KIRIN
Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Oltî ya Erziromê jî, 20 girtiyên di greva birçîbûnê de bûn, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Oltî hatine kirin.