WAN - Cenazeyê Evîn Çîçek a 7 salî ku li Erdîşê ketibû Bendava Morgedîkê hat dîtin.
Cenazeyê Evîn Çîçek a 7 salî ku li navçeya Erdîşê ya Wanê ketibû Bendava Morgedîkê ya 45 kîlometre dûrê navenda bajar hat dîtin. Ekîbên lêgerînê cenazeyê Evînê 100 metre dûrî cihê lê winda bûbû dîtin.
Bûyer duh pêk hatibû. Esat Çîçek dema ku li qerexê bendavê pez diçêrand, keça wê Evîn Çîçek pêyê wê şiqitîbû û ketibû bendavê. Çîçek li gel ku gelek hewl dabû keça xwe rizgar bike jî nikaribû rizgar bike û alkîkariyê xwestibû. Piştî bihîstina bûyerê ekîbên rizgarkirin û lêgerînê çûbûn cihê bûyerê û xebatên rizgarkirin û lêgerînê dabûn destpêkirin. Ji ber ku ji xebatên duh encam nehatibû girtin, îro careke din xebat hatin destpêkirin û cenazeyê Evîna biçûk hat dîtin. Cenazeyê Evîn ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê."