Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê

  • rojane
  • 12:44 27 Gulan 2019
  • |
img

AMED - Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû ku demeke dirêj e tê gotin ku dê partiyeke nû ava bike, ji bo bernameyeke fitarê tê Amedê. Davûtoglû bernameya xwe ya fitarê, li navçeya Sûrê ya Amedê ku di encama operasyonên ku her tim bi despêkirina wan peznê xwe dida, hat hilweşandin dide. 

 
Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû ku demeke dirêj e navê wî bi partiyeke nû di rojevê de ye, ji bo bernameyeke fitarê tê Amedê. Davûtoglû di çarçoveya serdana xwe de dê tevlî bernameyeke fitarê ya li navçeya Sûrê ya Amedê ku dema serokweziriya wî ji ber operasyonên ku bi destpêkirina wan peznê xwe dide û soz dida ku dê bike "Toledo" bê dayîn, bibe. Davûtoglû ku dihat angaştkirin avakirina partiya xwe li Amedê rabigihîne, dê li Amedê hin hevdîtinan pêk bîne. 
 
'ÇALAKIYÊN KOBANÊ'
 
Davûtoglû di sala 2014'an de weke Serokê Giştî yê AKP'ê hat hilbijartin û di 6'ê Îlona 2014'an de bû serokwezîr. Piştî serokweziriya Davûtoglû demeke kurt, li dijî êrîşên li ser Kobanê Çalakiyên 6-8'ê Cotmehê dest pê kirin û li gelek bajarên Tirkiyeyê berbelav bûn. Bi hêzên ewlehiyê re hêzên paramîlîter ku peywir dabûn wan jî li dijî çalakiyan êrîşan pêk anîn. Li gorî raporên demê di van bûyeran de 46 kesan jiyana xwe ji dest da û 323 kes jî hatin girtin. Çalakî bi navbeynkariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bûn. 
 
BIRYARA ŞER!
 
Piştî bûyerên Kobanê derket holê ku hikûmetê li dijî Tevgera Kurd şer daye destpêkirin û armanca kiriye ku p3evajoya diyaloga di navbera Dewletê û Ocalan de qut bike. Dema hikûmeta Davûtoglû di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya di 30'ê Cotmeha 2014'an de ku di bin serokatiya Serokkomar Erdogan hat lidarxistin de li dijî kurdan biryara şer hat girtin. 
 
PÊVAJOYA ŞER
 
Di ketina sala 2015'an de di pêvajoya diyalogê de geşedanên girîng pêk hatin. Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê ku paşê ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hat redkirin, hat ragihandin. Piştî vê yekê bi serkeftina HDP'ê û têkçûna polîtîkaya hikumetê ya Sûriyeyê re êrîşên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dest pê kirin. Di 18'ê Gulana 2015'an de li dijî bînayên HDP'ê yên Edene û Mersînê êrîşên bombeyê pêk hatin. 
 
KOMKUJÎ
 
Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi du rojan li dijî mitînga HDP'ê ya Amedê êrîşeke bombeyêi pêk hat. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di vê pêvajoyê de bi belgeyanderket holê ku DAIŞ di bin kotrola emniyetê de xebatan dimeşîne. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi derbasbûna bendavê ya HDP'ê re AKP bi tena serê xwe nikaribû hikûmetê ava bike. Di vê pêvajoyê de komkujiyek mezin ji aliyê DAIŞ'ê ve li Pirsûsê pêk hat û 33 ciwan hatin qetilkirin. Endamê DAIŞ'ê yê vê komkujiyê pêk anî navê wî di raporên îstixbaratê de derbas bûn. 
 
Dema hikumeta demkî komkujiya herî mezin a dîroka komarê di 10'ê Cotmehê de li mitînga aşitiyê ya Enqereyê pêk hat û 103 kesan jiyana xwe ji dest da. Paşê bi belgeyan derket holê ku beriya komkujiyê, rayadarên dewlet ji kesê komkujî pêk anîye haydar bûne. 
 
24 TÎRMEHÊ
 
Ji ber ku AKP'ê tişta dixwest bi dest nexist, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi ser keve biryara kûrkirina şer da. Di 24'ê Tîrmehê de piştî civînên bilind ên li Enqereyê biryara şer bi awayekî fermî hat girtin û li dijî PKK'ê êrîşan dest pê kir.  Pêvajoya ku Davûtoglû ku di her fersendê de digot wî fermana operasyonan daye bi Tirkiyeyê da winda kirin û bingeha darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê hat avatin. 
 
JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ: QEDEXE, HILWEŞANDIN, MIRIN
 
Di dema Davûtoglû de biryara 'qedexeya derketina derve' di 16'ê Tebaxa 2015'an de hat dayîn. Di berdewamê de bi qedexeyan re bajarên kurdan bi operasyonên leşkerî hatin wêrankirin. Tenê di navbera 16'ê Tebaxa 2015 - 20'ê Nîsana 2016'an de 338 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ji vana 78 kes jê zarok û 69 kes jî jîn bÛn. Di qedexeyên dema Davûtoglû de li 3 jêrzemînên Cizîrê 25 jê zarok bi giştî 177 kes bi saxî hatin şewitandin. Cenazeyê 74 kesan bêyî ku bê teşhîrkirin hatin binaxkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî wehşeta Cizîrê diyar kir ku 100 kes bi saxî hatine şewitandin û xwest ku derbarê mijarê de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê hikûmeta Dvûtoglû vê daxwaza NY'yê red kir. 
 
Di dema hikûmeta Davûtoglû de bi qedexeyên derketina derve re bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bajarên kurdan hatin wêrankirin. Polîtîka û pêkanîn kirêt ên salên 1990'î hatin dubarekirin. Li Şirnexê cenazeyê Haci Bîrlîk ku hatibû înfazkirin, bi wesayîta zîrxî ya polisan bi erdê ve hat kaşkirin. Cenazeyê şervanên jin hatin teşhîrkirin. Dîsa cenazeyên kesên hatin qetilkirin piştî bi hefteyan teslîmî malbatê wan hatin kirin û cenaze di kîsêkan de li ser hev hatin danîn. 
 
'EM Ê SÛRÊ BIKIN TOLEDO'
 
Di roja 62'yemîn a qedexeya derketina derve ya Sûrê de Davûytoglû çûbû serdana Erebistana Siûdî û di balafirê de ji rojnamegeran re gotibû ku dê Sûrê weke Toledo çêbikin. Piştî qedexeya derketina derve ya bi mehan 6 taxên S3urê hatin wêrankirin û ji holê hatin rakirin. Davûtoglû îro li navçeya Sûrê ya ku taxên wê ji holê hatine rakirin û hê jî qedexeya derketina derve didome, beşdarî bernameyeke fitarê bibe.
 
MA / Özgür Paksoy
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/05/2019
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal
11:20 Salîh Muslîm: Di çareseriya Sûriyeyê de divê rola Ocalan neyê pişt guh kirin
10:49 'Peyama Ocalan cejnek zû bi me da jiyîn’
10:10 Fezlekeya ‘pesnê Leyla Guven da’ darbarê Wekîla HDP’ê Dag de vekirin
09:51 Akin Bîrdal: Divê Enqere peyama Ocalanbaş bixwîne
09:35 Evîn Kaya ya dawî li çalakiya xwe anî: Berxwedêran qezenc kirin
09:07 Îmîr: Ên ji bo heqîqetê israr dikin bi ser ketin
09:06 Berxwedêrên Qada Galatasarayê: Heta em kiryaran nebînin em ê li vira bin
09:05 Ji rojnamevan îngîltereyî platforma piştevaniyê
09:04 8 kes û gorek
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2019'AN
08:46 Li Pîranê operasyona leşkerî
27/05/2019
21:55 Girtiyekî din jî anîn nexweşxaneyê
21:11 Girtiyên li Girtîgeha Meletiyê rakirin nexweşxaneyê
21:05 Resûl Arslan rakirin nexweşxaneyê
16:47 Li Xarpetê 3 çalakgerên tedawiya wan nayê kirin xwîn vedireşin
16:39 Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê!
16:24 Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar
16:12 Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist
15:44 Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin
15:41 Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin
14:52 Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin
14:37 Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê
14:26 Li Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin
14:24 Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye
14:15 4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê
13:51 Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê
13:47 Ciwanê ku ket Çemê Donemeçê winda bû
13:42 Îdîaya dozger: Di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî nebirin nexweşxanê
13:32 Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan
13:20 Girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçûbûnê qebûl nakin
13:12 Cenazeyê Evîna ku ketibû bendavê hat dîtin
12:44 Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê
12:33 Ji 221 girtiyan tenê 21 girtî rakirin nexweşanê
12:02 Di şewata li Kadikoyê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Li Îdirê teqîn: Berbazek bi giranî birîndar bû
11:40 Li bendêye ku di danişîna Ataman ê 3 salin girtiye de mutale bê xwestin
11:11 ‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’
11:11 Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê nayên sewqkirin
10:16 Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de derbe li partiyên kevneşop ket
10:07 Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de yên nexweşxaneyan dewam dikin
09:38 Akin: Gel carek din bal kişand ser Îmraliyê
09:07 Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin
09:06 Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin
09:05 'Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrastî derket holê’
09:04 ‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN
26/05/2019
19:08 Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan
18:10 Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin
17:39 Girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn
17:17 13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê
17:10 Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê
16:48 HDP’ê ji bo şopandina tedawiya grevên birçîbûn Maseya Koordînasyona Giştî ava kir
16:32 Girtiyên li Bûrsa dê sibe rakin nexweşxanê
16:32 Buldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin
16:14 Çalagerên li Strasbûrg jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
16:04 5 çalakgerên greva birçîbûnê li malên xwe domandin, rakirin nexweşxanê
15:41 Dayikên li Gebzeyê têkoşiyan: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin
15:40 Girtiyên li Bandirma bi hinceta ‘betlanê’ ranekirin nexweşxanê
15:26 HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin
15:05 Leyla Guven rakirin nexweşxanê
14:58 Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir
14:47 Hesass ê di greva birçîbûnê de: Têkoşîna me dê dewam dike
14:30 Ozdemîr: Heta Ocalan azad bibe têbikoşina me wê bidome
14:19 Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan
14:15 Sedat Akin ê di grevê de rakirin nexweşxaneyê
14:07 Dayikên girtiyan: Em jî silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin
14:00 Ongun ê greva xwe bi dawî kir: Me dît ku berxwedan çareseriyê tîne
13:41 Nasir Yagiz: Em gihiştine armanca xwe
Îmam Şîş: Têkoşîna me wê bi rêbazên din bidome
13:34 'Berxwedanê ev pêş xist’
13:18 Leyla Guven: Çalakiya me gihişt armanca xwe emê bi rê û rêbazên din têbikoşin
12:59 Keça Leyla Guven: Hûn bi serketin, ji ber ku hûn mafdar bûn
12:48 Girtiyên di grevê de: Em çalakiya greva birçîbûne û rojiya mirinê bi dawî dikin
11:45 Banga Ocalan a li çalakgerên greva birçîbûnê: Ez dipêm ku çalakiya we bi dawî bibe
11:23 Parêzerên Ocalan daxuyanî dan
10:51 Onlu: Li dijî navê Dersîmê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin
09:50 Travertenên Elbakê bi rengê diçirûsin balê dikişîne
09:15 Parêzerên Ocalan wê saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin
09:13 'Divê çareserî xwe bispêre du kirdeyan: Rêbertiyeke hêzdar û civaka sivîl'
09:12 Wezaretê ji ber navê Ûgûr Kaymaz li parkê kirin li endamên meclîsê lêpirsîn vekir
09:10 Dayik Encu: Velî mabû ew jî girtin
09:08 Polîs bi TOMA û mertalan rojnamevanan asteng dikin
09:06 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Ocalan, şansek din da ber Tirkiyeyê
09:04 Îşkenceya li dijî xwe vegotin: Têr nake, em 200 voltî bidinê
09:03 'Ji ber ku dewlet Havva neparast niha tê darizandin'
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2019'AN
08:10 Leyla Guven 200 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 27'an de didome
25/05/2019
20:06 Çalakiya li Dersimê di roja 20'an de ye
18:31 Binçavkirina 20 kesên li Dêrto polîsan îşkence li wan kir, dirêj kirin
17:49 Nivîskar Faîk Bûlût serbest berdan
17:44 Girtî li Dayikên Laçik Spî geriyan: Bi xêra berxwedana we hevdîtin pêk hat
17:04 Dayikên Wanî li dijî tecrîdê rûniştin
16:01 Dayikên Laçikspî: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin
15:51 Şendeya TOHAV li Rihayê ye
15:35 'Heke tecrîd bi temamî rabe dê pêşiya welat vebe'
15:24 ‘Divê girtiyê nexweş Adnan Oztel demildest bê berdan’
15:16 Xwestin girtiyê nexweş Yildirim berdin
15:10 Xizmên girtiyan tecrîdê şermezar kirin
15:10 Xizmên windayan: Qêrîna dayikan wê kujeran bide darizandin
15:02 Dayikên li Edeneyê: Edî sebra me nema