AMED/ ÊLIH - Duh, piştî bi dawî kirina grevên birçîbûn û rojiya mirinê, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji ji 221 girtiyan heya niha tenê 21 girtî rakirin nexweşxanê. Li Êlihê jî, girtiyên dawî li çalakiya xwe anîn sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin.
Nêzî 3 hezar girtiyên li dijî polîtîkayên têcrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de, piştî peyama Ocalan a di 22’yê Gulanê de ji aliyê parêzaran ve hat dayîn, dawî li çalakiya xwe anî. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 200 rojin bûn di greva birçîbûnê de, sê parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Teyîp Temel û Mûrat Sarisaç ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê debûn, piştî ku dawî li çalakiya xwe anîn, rakirin nexweşxanê û dest bi tedawiya wan hat kirin.
Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn, Bilîl Ozgezer, Mûstafa Yildiz û Naîme Çelik ji Amedê, Gurbet Ektîren, Mahsûm Şen, Mûrast Aksîn, Halef Yîgît û Ahmet Ongun ji Mêrdînê, Sedat Akin ji Êlihê û Husnu Kilinç û Hedle Ogur jî ji Rihayê bi ambûlansan anîn nexweşxaneyek taybet a Amedê û dest bi tedawiya wan hat kirin. Tedawiya 4 jê parlementer 18 kesan a li Amedê dewam dike.
Jİ 221 GIRTINA TENÊ 21 GIRTÎ ANÎN
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê jî girtiyan duh dawî li çalakiya xwe anîn. Bi giştî 5 jê rojiya mirinê 221 girtî di çalakiyê de bûn. Ji 221 girtiyan heya niha tenê 21 girtî rakirin nexweşxaneyê. 21 girtiyên sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl hatin kirin, tedawiya wan dest pê kir.
Navê girtiyên di rojiya mirinê de yên anîn nexweşxanê wihane: Ahmet Topkaya, Ferhat Turgay, Abdulhalik Kaplan, Enver Donmez û Ergin Akhan.
Navên çalakgerên dest bi tedawiya wan hat kirin wihane: Recep Bal, Adnan Yîgittekin, Bahattin Demir, Mazlum Dilek, Faruk Akbay, Firat Ertunç, Mahsum Şanolan, Evin Kaya, Kibriye Evren, Hilal Olmez, Kumri Tokay, Sercan Gumuş, Nimettullah Cinkiliç, Ridvan Kaya, Hayati Ozmen û Cuneyt Aslan.
Hat diyar kirin ku li qata 10’emîn a nexweşxanê ji bo dermankirina çalakgeran beşek taybet hatiye avakrin û li wir tên tedawîkirin.
DEMA ANÎN NEXWEŞXANÊ DERP KIRIN
Leşkerên ku çalakger destên wan kelepçekirî bi mînîbusan anîn nexweşxanê, di deriyê morgê yê nexweşxanê de girtî derp kirin. Leşkerên ku girtî derp kirin, nîşaneya “bozkurtê” li malbatên girtiyan kirin. Derpkirina Recep Bal, Adnan Yigittekîn, Bahattîn Demîr, Mazlûm Dîlek, Farûk Akbay, Firat Ertunç û Mahsûm Şanolan rastî bertekên malbat û welatiyên li ber nexweşxanê kom bibûn hat.
MALBAT RADIWESTIN
Rawestanadina malbatan a li ber nexweşxanê berdewa dike.
GIRTIYÊN LI ÊLIHÊ SEWQÎ NEXWEŞXANÊ NEKIRIN!
Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê jî, 32 girtiyên ji 23’yê Adarê ve di greva birçîbûnê de bûn, heya niha sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin.
Hat diyar kirin ku girtiyan ji bo tedawiyê daxwazname dane rêveberiya girtîgehê, lê hîna tu bersive ji bo wan nehatiye dayîn. Parlementer, parêzer û rêveberên Baroya Êlihê, heya derengiya şevê jî li ber girtîgehê man ku girtî bên sewqkirin, lê girtî nehatin sewq kirin.