ENQERE – Di 13’ê Cotmehê de li Enqereyê 8 kes bi hinceta li ser medyaya civakî parvekirinên kirine hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan.
Di 13’ê Cotmehê de li Enqereyê xebatkarê Buroya Karê Derve ya HDP’ê Evren Çevîk û 7 kesên din bi hinceta li ser medyaya civakî parvekirin kirine hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barê binçavkirinê bi dawî bûn îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, Çevîk û yên pê re bi biryara “qedexeya derketina derveyî welat” û şertê kontrola adlî serbest hatin berdan.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya heman lêpirsînê de der barê 2 kêsên nehatin binçavkirin de jî biryara “girtinê” hatiye derxistin.