STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.
Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Parêzeran diyar kir ku têkildarî mijarê bi midurê girtîgehê re hevdîtin kirine û wiha gotin: "Midurê girtîgehê ji me re ragihand ku Binkeya Tenduristiyê a Hejmar 17 a girêdayî Wezareta Tenduristiyê birine girtîgehê û hemû testên pêwîst dikin û ne hewceye ku girtiya sewqê nexweşxaneyê bikin. Lê dîsa jî em israra xwe ya sewqê didomînin."
Parlamenterên HDP'ê jî li girtîgehan digerin û têkidlarî girtiyan agahî werdigirin.