NAVENDA NÛÇEYAN - Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de bûn ên nexweşxaneyan dewam dikin. Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê 4, li Girtîgeha Kandira 20, li Girtîgeha Tîpa T a Sîwereg 6, li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 22, li Girtîgeha Çankirı 5 û li Girtîgeha Amasya jî 3 girtî sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.
Piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan duh çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê bi dawî bûn. Kontrolên tenduristî û sewq kirinên nexweşxaneyan ên girtiyan dewam dikin.
Hat diyar kirin ku muayena 4 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê di greva birçîbûnê debû ya li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam dikin.
Li gorî agahiyên Maseya Krîzê ya Navendî ya ji aliyê TTB, SES, TÎHV û ÎHD’ê ve hat avakirin, Suheyla Taş, Salîha Taşkesen, Zelîha Ûstabaş û girtiyekê ku navê wê nehat zanîn ên ji 26’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de bûn, li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hatine muayene kirin û dûr paşve şandine girtîgehê. Hat dest nîşan kirin ku girtî dê îro jî ji bo kontrole sewqî nexweşxanê bikin.
5 girtiyên li girtîgeha Çankirı û 3 girtiyên li Girtîgeha Amasya jî sewqî nexweşxanê hatin kirin û hatin muayene kirin.
GIRTÎGEHA KANDIRA
Li Girtîgeha Kandira jî, parlementerên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selma Irmak, Sebahat Tuncel û 18 kes rakirin Nexweşxaenya Dewletê ya Seka. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Farûk Gergerlîoglû girtiyên rakirin nexweşxanê, ziyaret kirin. Gergerlîoglû, diyar kir ku rewşa tenduristiya Sebahat Tuncel û Selma Irmak baş bû, lê pir kîlo dabûn.
GIRTÎGEHA TÎPA T A SÎWEKEG
Li Girtîgeha Tîpa T a Sîverek jî, 6 girtî yên ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê de bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê û dest bi dermankirina wan hat kirin. Navê kesên dermankirina wan hat destpêkirin wihane: Sunay Yaman, Sozdar Çîçek, Ayten Tîkît û Serhat Yilmaz.
Li aliyê din, parêzerên endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê, diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Sîweregê 26 girtî di greva birçîbûnê de bûn û dest pê kê 6 girtiyên rewşa wan krîtîk rakirine nexweşxaneyê. Li bendêye ku îro hemû girtiyan sewqî nexweşxaneyê bikin.
GIRTÎGEHA TÎPA T A ŞIRNEXÊ
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî, 22 girtiyên di dîrokên cuda de dest bi greva birçîbûnê kiribûn, di saetên şevê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin kirin.
Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û komek ji Şaxa SES’ê ya Şirnexê pêk tê, di seatên şevê de hevîtin bi bijîşkên girtî kontrol kirin re hevdîtin kirin. Îmîr a piştî hevdîtinê, diyar kir ku rîska jiyanê ya girtyan tuneye û ewê li gorî kilavuza TTB’ê amade kirî tevbigerin.
Girtiyên di kontrolê re derbas bûn, di derengiya şevê de ji nexweşxanê hatin derxistin û cardin şandin girtîgehê.