ÊLIH -Sedat Akin ê piştî 140 rojan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê anî, diyar kir ku peyama ji Ocalan hat encamê berxwedanê ye û got: "Gelên aştî û demokrasiyê dixwazin, carek îşaret bi Îmraliyê kirin.
Çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê hatibûn destpêkirin, piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Ez li bendême ku çalakiya we bi dawî bibe” bi dawî bûn.
Sedat Akin ê di 19’ê Sibatê de ji Girtîgeha Tîpa T a Erzîncanê tehliye bû û li mala xwe çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam kir, piştî 140 rojan dawî li greva xwe ya birçîbûnê anî.
Akin, piştî çalakiya xwe bi dawî kir, sewqî nexweşxaneyek taybet a Amedê hat kirin. Akin ê pirsgirêkên dîtinê, ser êşandin, kîlo dayîn û hwd dijî berî ku bê dermankirin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
DI GOT DEH ROJAN LI BER XWE NADE
Akin, bal kişand ser çalakiya xwe û wiha axivî: “Dema ku hevalên min ji bo 10 roj çalakiya greva birçîbûnê daxazname dan, min got ‘ez 10 rojan nikarim li ber xwe bidim.’ Ji ber vê ez neketim çalakiyê. Dûre min got ezê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikim. Hevalên min ji min re gotin, ji xwe ve te digot ‘ez nikarim 10 rojan li ber xwe bidin.’ Ma tu dînî, tu yê çawan dest bi greva bêdem bikî. Min jî ji wan re got ‘ger ez ne dîn bûma, çi karê min gel we hebû.’ Me li hev mêze kir û em keniyan. Dûre min dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Em dizanî zext û êrîş li ser Birêz Ocalan û gelê heye. Me xwest em van zextan bişkînin. Birêz Ocalan nûnerê gelekê ye û demek dirêje di tecrîdê deye. Şikandina tecrîdê, dihat wateya şikandina zextên li ser gel.”
'DÊ ROJÊN XWESTIR DESTPÊ BIKIN’
Akin, diyar kir ku ya ku wî 140 rojan li ser piyan girt baweriya wî ya ji aştî û demokrasiyê re bû û wiha got: “Fikir û ramên Mirov Zanist me li ser piyan digire. Em girîngiyê didin pêş dîtin û ramanên wî. Ramanên wî yên aştî û demokrasiyê bînin hene. Em bi wî re bûn hebûn, em xwe deyndarê wî hîs dikin. Em sozda xwe û hevalên xwe. Ji ber vê me serketin heq kir. Piştî vê pêvajoyê dê rojên xweştir bên jiyîn. Em şehîd dan. Emê têkoşîna wan dewam bikin.”
'CAREK TENÊ JÎ EZ NE FIKIRÎM KU DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERDIM’
Akin, da zanîn ku piştî ji girtîgehê hat berdan jî, bi biryardariyek mezin çalakiya xwe li malê dewam kir û wiha bilêv kir: “Carek tenê jî ez ne fikirîm ku dest ji têkoşînê berdim. Min piştevaniya di girtîgehê, li malê jî dît. Carekê ez di 24’ê Nîsanê de rakirim nexweşxanê. Dem amin çavên xwe vekir, min dît ku li nexweşxanê me. Bijîşkekê xwe amade dikir ku mudaxileyê min bike. Min jî hemû hêza xwe kom kir û destê bijîşk girt. Dûre min jê re got ez mudaxileya bijîşkî qebûl nakim. Li ser vê yekê ez paşve anîm malê. Di nava êş û azarê de min çalakiya xwe domand. Di vî ya bû min wisan bikira. Min ne dikari ez jiyanek bêrûmet qebûl bikim.”
'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN FÎZÎKÎ BÊN GUHERTIN’
Akin, destnîşan kir ku ewê bi rêyên cuda têkoşîna xwe dewam bike û wiha domand: “Dibe ku îro grevên birçîbûnê bi dawî bûn. Lê em dest bi têkoşîne nû dikin. Piştî demek dirêj me ji Mirovê Zanist agahî girt. Divê şert û mercên fîzîkî yên wî bên baş kirin û karibe bi awayekê azad ramanên xwe bîne ziman.”
'GEL ÎŞARET BI ÎMRALIYÊ KIR'
Akin, di dawiya axaftina xwe wiha got: “Min tu carî baweriya xwe ya aştî û demokrasiyê winda ne kiriye. Tenê bila em têbikoşin û li ber xwe bidin. Gel di şopa Ocalan de diçe. Îro gel hîn zêde li pişt wî ye. Gel demokrasiyê dixwaze. Aştiyê dixwaze. Ji ber vê girêdan bûna bi wî re mezin dibe. Gel îro peyama xwe da desthiladdariyê. Gelên ku aştî û demokrasiyê dixwazin, îşaret bi Îmraliyê kir. Di saya vê berxwedanê dewletê carek din ev yek dît. Me dixwest bêyî ku mirin pêk werin, em serkeftinê qezenc bikin. Emê xwedî têkoşîna 8 hevalên xwe derkevin û di şopa wan de têkoşînê mezin bikin. Ji bo ku baweriya me ya aştî û demokrasiyê têk neçe, divê em dinava berxwedan û têkoşînê de bin.”
MA / Metîn Yoksu