EDENE - Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîhan a ÎHD’ê Parêzer Îlhan Ongor, diyar kir ku ji tecrîda 8 salan aştî û demokrasî derket holê û got: “A bi nirx eve. Emê şopdarê dermankirina çalakgeran bin.”
Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li derve û girtîgehan piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan duh bi dawî bûn. Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navdana Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Edenê Parêzer Îlhan Ongor, derbarê bi dawî kirina çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de axivî. Ongor, diyar kir ku bi dawî anîna grevên birçîbûnê, bingeha xwe ji axaftina Ocalan a qada siyaseta demokratîk digire.
'DIVÊ QADA SIYASETA DEMOKRATÎK BÊ BERFIREH KIRIN’
Ongor, anî ziman ku bi teybetî Ocalan got ku divê qada siyaseta demokratîk bê berfireh kirin û wiha axivî: “Perspektîfên çareseriyê yên Ocalan ên ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn girîng bû. Divê hemû aktorên siyasî xwedî perspektîfê derkevin. Em weke parazvanên mafên mirovan, di wê baweriyê dene ku pêvajoya şer bi, berfirehkirin qada siyaseta demokrastîk bi dawî bibe. Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrasî derketç. A bi nirx eve. Çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, kilîta jiyana bi hevre ya gelên Tirkiye û Mezopotamyayê ye.
'DIVÊ PEYAMA DAYIKAN BAŞ BÊ XWENDIN'
Ongor, bal kişand ser berxwedana dayikên laçik spî ya di pêvajoya grevên birçîbûnê de û wiha bilêv kir: “Berxwedana dayikan, rêxistinên girtseyî yên demokratîk û mekanîzmayên siyaseta pêwîst paşve xistin û mînakên cesaret û têkoşînek mezin pêşkêş kirin. Carek din hat dîtin ku, nûnerên aştiyê dayikên laçik spîne û ji bo me jî peyamên pir girîng dan. Divê em li ser vê yekê baş bi hizirin. Dayikên ku gotin rengê rondikên çavên dayikan tuneye, me pir baş dît ku ji bo zarokên xwe dikiran çi bikin. A rastî divê ji vir û pê de em peyama dayikan baş bixwînin.”
‘EMÊ PÊVAJOYA DERMANKIRINA GIRTIYAN BIŞOPÎNIN’
Ongor, dest nîşan kir ku wan di pêvajoya grevên birçîbûnê de xebatek mezin kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çend caran raporên ku me amadekiribûn, me ji raya giştî re ragihandin. Emê xebatên xwe dewam dikin. Divê çarçoveyê de emê şopdarê dermankirina girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de bûn.”