* Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî Dadgeha Bilind ku cezayê muebetê yê Nevîn Yildirim erê kir dan û gotin: “Ne edalet zilam, divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn carek din bixin rojevê.”
* Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîhan a ÎHD’ê Parêzer Îlhan Ongor, diyar kir ku ji tecrîda 8 salan aştî û demokrasî derket holê û got: “A bi nirx eve. Emê şopdarê dermankirina çalakgeran bin.”
* Li Xelfetê şopên pevçûn û îşkeceyê hîna li şûna xwe dimînin. Derdora mala ku pevçûn lê rû da, bi şerîtan hatiye dorpêç kirin, deriyê wê hatiye morh kirin û bi kamerayan tê şopandin. Li baxçeyê mala Zekî Alakûş ê deriyê wê bi balyozan hat şikandin, şopên îşkenceyê hîna tên xuya kirin û şopên xwînê li erdê balê dikişîne.
* Sedat Akin ê piştî 140 rojan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê anî, diyar kir ku peyama ji Ocalan hat encamê berxwedanê ye û got: "Gelên aştî û demokrasiyê dixwazin, carek îşaret bi Îmraliyê kirin.
* Derlet holê ku Bûrak Bahadir Tûzlû yê di serdama qeyûm de weke Midûrê Xizmeta Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû peywirdarkirin, 5 pereşûtên aîdê şaredariyê bi xwe re birine.
* Pêşketinên derbarê rewşa girtiyên dawî li çalakiyên xwe yên greva birçîbûn û rojiya minê anîn dê bên şopandin.
* Desteya Rêveber a Navenda (MYK) a HDP'ê dê li Navenda Giştî ya partiyê kom bibe. (10.00)
* Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, dê derbarê xebatên bi rêve birin de li avahiya şaredariyê civîna çepmeniyê li dar bixin. (10.00)
* Serokwekilê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, dê li Meclîsê têkildarî rojevên heyî civîna çapmeniyê li dar bixwe. (11.00)
* Maseya Krîzê ya bi armanca şopandina pêvajoya hiqûqî û bijîşkî ya çalakgerên grevên birçîbûn û rojiya mirinê hat avakirin, dê li Baroya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne.(12.00)