ENQERE - Li Navenda Giştî ya HDP’ê ji bo şopandina tedawiya çalakgerên di greva birçîbûnê de, Maseya Koordînasyona Giştî ava kir. HDP’ê diyar kir ku wan ji bo şopandina pêvajoya tedawiya girtiyên di greva birçîbûnê de, parlementer û endamên Meclîsa Partiyê peywirdar kirine.
Girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûn û rojiya mirinê de, îro piştî peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn. Navenda Giştî ya HDP’ê ragihand, ji bo ku pêvajoya tedawiya girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bişopîne, Maseya Krîzê ava kir. Yekîneya Çapemeniyê ya HDP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got wan “Maseya Koordînasyona Giştî”, “Maseya Koordînasyona Herêmî” û maseyên krîzê li bajaran ava kirin.
HDP’ê diyar kir ku ji bo Maseya Koodînasyona Giştî parlementer û endamên Meclîsa Partiyê peywirdar kirine.
Numareiya telefona Maseya Krîzê ya HDP’ê wihaye: 0505 164 35 75
HDP’ê da zanîn ku ew armanca dikin ku çalakger demildest bi tendurist bibin û tenduristiya wan bê cih.