RIHA – Hat zanîn ku endamê OHP’ê Parêzer Gurkan Îsteklî 3 berê li navçeya Kaniya Xezala hatiye binçavkirin.
Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Gurkan Îsteklî li navçeya Kaniya Xezalan hat binçavkirin. Hat zanîn ku Îsteklî 3 berê niha hatiye binçavkirin û hinceta binçavkirina wî nayê zanîn. Parêzer Mîkaîl Yavuz bi muwekîlê xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku muwekîlê wî li navçeya Kaniya Xezalan hatiye binçavkirin û bi îşkenceyê re rû bi rû maye.
Îsteklî li Salona Werzîşê ya Sabîha Ozdek ku wek navenda binçavkirinên li Rihayê tê bikaranîn tê ragirtin.