AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 200 rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, piştî peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe anî û rakirin nexweşxanê ye. Guven, diyar kir ku bi berxwedanê gelên Tirkiyeyê û demokrasiyê qezenc kir.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû, di roja 200'emîn de piştî peyama Ocalan daxuyanî da û çalakiya xwe bi dawî kir.
Leyla Guven piştî daxuyanî da û dawî li çalakiya xwe anî, ji mala xwe ya li Taxa Bagcilar a navçeya Rezan Amedê rakirin nexweşxaneyek taybet. Guven bi piştgiriya ekîbên tenduristiyê li sendeliya bi tekerlik ji mala wê hat derxistin û li mabûlansa li ber mala wê hat siwarkirin. Guven berî ku li ambûlansê siwar bibe, daxuyaniyek kurt da.
‘GELÊN TIRKIYEYÊ QEZENC KIRIN'
Guven, di daxuyaniyê de wiha got: "Ez spasiya her kesî dikim ên ku ji roja destpêkê heta îro piştgirî dan çalakiyê. Ev berxwedanek kolektîf bû. Bi vê berxwedanê gelên Tirkiyeyê qezenc kirin. Derketina derve ya dengê Birêz Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navin pir girînge. Xwezî berî ku winda çêbûban, me bi ser bixist. Dilê me xemgîne. Lê bi rastî berxwedanê qezenc kir û zindanan qezenc kirin."
Guvenê piştî daxuyaniyê, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyek tabet û dest bi tedawiya wê hat kirin.
Li aliyê din Parlementerên HDP'ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ku ji 3'yê Adarê ve li avahiya HDP'ê ya Amedê di greva birçîbûnê de bûn jî, rakirin nexweşxanê.