SILÊMANÎ - Merwan Memduh Ozdemîr ku li dijî tecrîdê 13 roj in li Silêmaniyê di rojiya mirinê de bû, li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya xwe bi dawî kir û got: “Heta ku Rêber Apo û Kurdistan azad dibe, wê têkoşîna me bidome.”
Merwan Memduh Ozdemîr ku 13 rojin di rojiya mirinê de bû û çalakvanên greva birçîbûnê yên li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Merwan Mehmud Ozdemir di daxuyaniyê axivî û wiha got: “Peyama Serokatiyê îro hat parvekirin. Me Peyama Serok Apo baş nirxandiye. Armanca me şikandina tecrîdê bû, ku ji sala 2015’an û beriya wê dest pê kiribû. Armanca tercîdê tunekirina gelê Kurd bû. Serok Apo îro nîşanî hemû cîhanê da ku mirov bi berxwedanê dikare armanca xwe pêk bîne. Heta ku daxwaza gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pêk neyên, em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Îro çalakiya me bidawî bûye, ez hemû kesên ku destek dane, hemû dayikên laçik spîk silav dikim. Heta ku Rêber Apo û Kurdistan azad nebe, dê têkoşîna me bidomîne. Hemû hevalên ku di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînim.”