ENQERE - Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê hat, ji aliyê dayikên li Enqerê ve bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” hat pêşwazîkirin.
Dayikên ji bo ku balê bikişînin ser çalakiya grevên birçîbûnê yên zarokên li Meclîsê çalakiya rûniştinê dest pê kirin û dûre çalakiya xwe li Navenda Giştî ya HDP’ê dewam kir, di saetên serê sibê de, bi kelecaniyek mezin li benda saeta ku peyama Ocalan bê dayîn rawestiyan. Hemû dayikan bi hevre li salona ketina Navenda Giştî ya HDP’ê de daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê temaşe kirin. Parlementerên HDP’ê jî bi dayikan re daxuyanî temaşe kirin.
Dayikên ku daxuyaniya parêzerên Ocalan temeşa kirin, kêliyên hestiyar jiyan û peyama Ocalan bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” û lêxistina çepikan pêşwazî kirin. Piştî peyama Ocalan keyfxweşî û coşek mezin dinava dayikan de hat jiyin. Dayik dûre li benda daxuyaniya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven rawestiyan.
Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di dema ku dayik radiwestiyan de, bi beybûnên di destên xwe de dayika zirat kirin.
Dayikan piştî daxuyanî û peyamên girtîgeh û Leyla Guven bi coşek mezin tilîlî berz kirin, stranên Kurdî gotin û keyfxweşiya xwe anîn ziman.