MÊRDÎN - Ahmet Ongun ê piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe ya Qoserê dewam dikir, li ser peyama ji girtîgehan hat dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî û wiha got: “Me dît ku berxwedan çareseriyê tîne. Ez dikarim bêjim ku çalakiya me, di encamê de bi heybet bû.”
Gurbet Ektîren, Mahsûm Şen, Mûrat Aksîn, Ahmet Ongun û Halef Yigit ên li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê kirin û piştî hatin berdan, çalakiyên xwe li malên xwe yên li navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê dewam dikirin, daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a derbarê grevên birçîbûnê de, bi awayekê zindî li pêşberî televîzyonê temaşe kirin.
Çalakgerên ku daxuyaniya Ocalan li ser piyan bi lêxistina çepikan bi keyfxweşiyek mezin pêşwazî kirin, dûre li benda daxuyaniya ku ji girtîgehan bê dayîn rawestiyan. Çalakgeran piştî daxuyaniya girtîgehan bi hevre çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin.
Dûre ambûlans hatin ber malên çalakgeran û ji bo wan bibin Nexweşxaneya Memorîal a Amedê amedkarî hatin kirin.
‘HEVDÎTINÊ COŞ DA’
Ahmet Ongun ê li Qoserê di greva birçîbûnê de, diyar kir ku piştî 8 salan hevdîtina parêzaran a bi Ocalan re coş û moralek mezin daye wan. Ongun, da zanîn ku hevdîtin ji bo wî hêzek bi wateye û wiha got: “Divê mirov baş bibîne ku Ocalan bi peyamên xwe nirxek mezin dide mirovan. Hemû raya giştî jî dît ku felsefeya Ocalan li ser jiyana mirovane. Ji ber ku em xwendekarên vê felsefê ne, em pir keyfxweş û bi rûmetin.”
‘BI HEYBET BÛ’
Ongun, dest nîşan kir ku çalakiya wan daye nîşandan ku Ocalan ji bo wan xeta sore û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vê berxwedanê, baweriyek mezin derxist holê. Mirovan canê xwe danîn holê û têkoşînek mezin bi rêve birin. Ez dikarim bêjim ku çalakiya me, di encamê de bi heybet bû.”