COLEMÊRG - 4'emîn rûniştina doza Nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent ê 18 mehin girti ye, didome. Turfent, diyar kir ku ne ji ber zextên rayagiştî bûya dibû ku niha ne li vir bûya û wiha got: "Rojnamegerî ne sûc e. Divê tu kes rojnamegeran wekî terorîst nebîne."
4'emîn rûniştina doza rojnameger û nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent ê 18 mehin girtî tê darizandin û der barê wî de heta 22 sal û 6 meh ceza tê xwestin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê didome. Turfent, di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û girtin. 18 mehin girtî tê darizandin. Parêzer Bariş Oflas û Rojnameger Turfent ji Wanê bi SEGBÎS’ê tev li rûniştina dozê bûn. Parêzera din a Turfend Harika Karataş û rojnamegerên din jî li salona dadgehê amade bûn. Dîsa nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, Berdevkê Înisiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî li salonê amade bûn. Piştî heyet amade bû rûniştina dozê dest pê kir.
TURFENT: NE ZEXTÊN RAYA GIŞTÎ BÛNA EZ DÊ LI VIR BÛMA
Di rûniştina dozê de îfadeya 2 şahidan hat xwendin. Turfent têkildarî îfadeyên şahidan diyar kir ku îfadeyên wan derew in û rastiya wan tune ye û wiha got: "Li Geverê dema qedexeya derve hat îlankirin, xwestin Geverê bê agahî bihêlin. Xwestin bi yek rengî nûçe bên weşandin. Ez ji aliyê hesabê JÎTEM'e ve gelek caran rastî gefan hatim. Ger ku ne ji bertekên raya giştî bûna ez dê îro ne li vir bûma."
ROJNAMEGERÎ NE SÛC E
Turfend, ani ziman ku polîsê ew binçav kir jêre got 'Me dosyaya ku em 20 salan de di girtîgehê de bihêlin amade kiriye' û wiha berdewam kir: "Min jî got li vî welatî edalet heye. Bi zorê ifade bi şahidan dan îmzekirin. Hemû şahidên îfade dan ev yek anîn ziman. Polîsan çi daye ber wan ew tişt îmze kirine. Ji ber ku ev bi ser neket niha serî li îfadeya şahidên nepen dane. Kes nikare rojnamegeran wekî terorîst bide nîşandan. Ji ber ku Rojnamegerî ne sûc e."
PRZ. KARATAŞ: DIVÊ ÎFADEYA ŞAHIDAN DI HIZÛRA DADGEHÊ DE BÊ GIRTIN
Prz. Karataş jî parastin kir û wiha got: "Şahidên îfade dane temenê wan di bin 18 salî re ye. Îfadeya zarokan li gorî zagona parastina zarokan nehatiye girtin. Divê îfadeya şahidan di hizûra dadgehê de bê stendin." Heyetê navber da rûniştina dozê.
ŞAHIDÊN ÎFADE DABÛN YEK BI YEK ÎFADEYÊN XWE PAŞVE KIŞANDIN
Rojnameger Turfent ku bi îdîaya “Endamtiyarêxistinê" û “Propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin, ji ber nûçeyên xwe yên li Geverê çêkirine û parvekirinên medya civakî te darizandin. 24 şahidên ku der barê Turfent de îfade dabûn jê 13 kesan îfadeyên xwe paşve kişandin û diyar kiribûn ku wan di bin îşkenceyê de îfade dabû. Ji 11 şahidên din ku yek jê şahidê nepen e jî, 4’ê wan di rûniştina borî de îfadeyên xwe paşve kişandibûn.