Leyla Guven: Çalakiya me gihişt armanca xwe emê bi rê û rêbazên din têbikoşin

  • rojane
  • 13:18 26 Gulan 2019
  • |
img

AMED - Piştî parêzerên Ocalan peyama Ocalan a der barê greva birçûbûnê û rojiya mirinê de parve kir û xwest çalakgerên greva birçûbûnê dawî li çalakiya xwe bînin, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî peyamek da û diyar kir ku heta bi temamî tecrîd bi dawî bibe wê ji niha û şûnde bi rê û rêbazên cuda tekoşîna xwe berdewam bikin. 

 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina 22'ê Gulanê ya li Îmraliyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parêzeran diyar kir ku muwekilê wan Ocalan hevî dike ku çalakgerên greva birçîbûnê dawî li çalakiya xwe bînin. Piştî parêzerên Ocalan peyama Ocalan parve kirin, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, a 200 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê deye peyam da. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel ku ji 8'ê Adarê ve di greva birçûbûnê de ye peyama Leyla Guven xwed. Dema Temel peyama Guven bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parvekir, dayikên Laçik Spî yên zarokên wan di grevê de, parlamenterên HDP'ê, endam û rêveberên hDP'ê  û nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Dema Temel peyama Leyla Guven xwend, dayikan bê navber bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan", "Bi berxwedanê emê bi ser bikevin" u "Şehit namirin" berz kirin.  
 
Peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a Tayip Temel xwend wiha ye: 
 
Ji raya giştî û çapemeniyê re…. 
 
Kurdistan jî di nav de, îro hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn, bi hemû hilweşîna xwe qada şer e. Ev şer înkarkirina siyasî û çandî, ferzkirina polîtikayên teslîmiyetê ferz dike û bingeha jiyana azad ji holê radike. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan êdî perspektîfa birêz Ocalan ya Neteweya Demokratîk wekî rastiyek tê pejirandin. Wekî ku bi mînaka xwe ya Şoreşa Rojava ku cîhanê dihejîne jî dixuyê, çareseriya birêz Ocalan a “Rojhilata Navin a Demokratîk” hemû gelên vê erdgînariyê hembêz dike. Li seranserî Rojhilata Navîn, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, aktorê herî sereke û girîng birêz Ocalan e. 
 
Îro tecrîda ku li vî welatî di kesayetiya Ocalan de li ser hemû civakê tê meşandin, beriya her tiştî ev rûreşiya hemû mirovahiyê ye. Lewma ez dikarim bibêjim ku şansê me yê herî mezin şoreşgeriya me ye. Ji ber ku tenê şoreşgerî dikare vê rûreşiyê ji holê rabike, dikare li hemberî vê xespê bisekine. 
 
Ez wekî jineke Kurd, ji sala 1994’an vir ve bênavber li hemû qadan de xebat û têkoşîna siyasî dimeşînim. Li gel hemû bêhiqûqiyê, me têkoşîna xwe meşand. Lê di merheleya ku em îro gihiştinê de jî ez bi aweyekî eşkere dibînim ku min siyaseteke rast, bibandor, pêşdîtî, berfireh ya siyasî nemeşandiye. 
 
Min bi hişmendiya “tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser gel e”, bi îradeya xwe ya azad dest bi çalakiya greva birçîbûna ya bênavber û bêdorveger kir. Min got ku heya ev tecrîd neşikê, ez ê vê çalakiyê bimeşînim. Ji ber ku di 20 salên dawî de li gel hemû tecrîda giran a li ser birêz Ocalan tu car dev ji fikr û hewldanên xwe yên aştiyane berneda. Lewma derketina derve ya van firk û ramanên birêz Ocalan girîng e. 
 
Îro em di vê greva birçûnê de ketine meha 7’emîn. Di serî de Nasir Yagiz û bi hezeran rêhevalên min ên di girtîgehan de ku di heman demê de rêhevalên kesên gotine “Em ji jiyanê ew qas hez dikin ku di oxira wê de bimirin” bi hêz û qeweteka mezin xwedî li vê çalakiyê derketin. 
 
Berxwedana me ji Strasbourgê heya çar aliyê dinyayê belav bû û di vê pêvajoyê de 3 hevalên min ên parlamenter jî bi me re ev berxwedan mezin kirin. Bi vî awayî ev çalakî veguherî  saleke berxwedanê. 
 
Di vê pêvajoyê de birçîbûnê canê me neêşand. Lê rêhavelên me yên ji bo ku jiyanê biparêzin xwe feda kirin, bi canê xwe ew bêdengî qelaştin, bi şehadetên xwe dile me gelek êşandin. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay, Umît Acar ve Ugur Şakar. Ew lehengên rasteqîn û xwediyên vê pêvajoyê ne. Ez her yekî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim. 
 
Bi taybetî dixwazin rojiya mirinê ku 27 roje tê meşandin jî binîm ziman. 30 rêhevalên me yên di greva birçîbûnê de bûn, ev çalaki veguhirandin rojiya mirinê û li hemberî tecrîdê îradeyeke tarixî û bêhempa nîşan dan. 
 
Em dizanin ji bo ku êşa li ser axa me tê jiyîn bi dawî bibe û ji bo aştiyeke bi rûmet, tekane muxatab Birêz Ocalan e.  Armanca vê berxwedanê jî şikandina vê tecrîda nemirovîn û bêhiqûqî ye. Armanca me ew bû ku pêşî li dengê Ocalan yê aştiyane bû ku ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareseriyê dihewîne, bigihije civakê. Di 2’yê Gulanê de ji hevdîtina birêz Ocalan deklerasyonek û nexşerêyeke çareseriyê ku ji 7 xalan pêk tê ji raya giştî re hate eşkerekirin û ev deklerasyon di heman demê de rola Ocalan ya demokratîzekirina Tirkiyeyê bi aweyekî eşkere nîşan dide. Lewma şikandina pergala tecrîda Îmraliyê bi qasî kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê jî dê destkeftiyan bi xwe re bîne. 
 
Di vê demê de dayikên laçikspî yên ku derketin kolanan jî û dayika Nora ku ji Arjantînê ji dayikên Plaza De Mayo hat serdana min jî da nîşan ku aştî bi berxwedana pîroz ya dayikan dê pêk bê. Dayik û ewladên wan bûn tovên jiyaneke nû. 
 
Di merheleya ku em îro gihîştinê de ji bo şikandina tecrîdê, hêviyek çêbû. Birêz Ocalan ewil bi birayê xwe Mehmet Ocalan û pişt re jî 2 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Lê belê heya ku tecrîd bi giştî bê şikandin em ê bi rê û rêbazên cuda têkoşîna xwe ya aktîf bimeşînin. Berpirsiyariya vê yekê êdî li ser milê me yên ku siyaseta demokratîk dimeşîne ye. Ger siyaset çareseriyê neafirîne, pirsgirêkên nû bi xwe re tîne. 
 
Ez soz didim ku ez ê bi vê berpirsyarî û ferasete, tevbigerim û ji îro şûn de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikim. Greva me ya birçîbûnê gihîşte armanca xwe. Lê belê berxwedena me ya li hemberî tecrîdê û têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê di her qadê de bidome. Qonaxa ku divê ev têkoşîn bigihijê, aştiyeke bi rûmet e. 
 
Ez yek bi yek spasiya xwe ji hemû kesên ku li cem min cih girtin dikim. Ez spasiyê ji hemû kesên ku di vê merheleya faşîzmê de deng dan dengê me… Spas ji wan kesên bi me bawer bûn, yên ku hêviya xwe winda nekirin. Di serî de li gel hemû êrîşan dayikên aştiyê ku qad bernedan û ji hemû jinan re spasî û hezkirinên bêdawî dikim.
 “Hevî ji serkeftinê bi qîmettir e.” Me hêvî kir û em bi ser ketin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk 
Leyla GUVEN
26 Gulan 2019" 
 
Tayip Temel: Em 3 parlamenter dawî li çalakiyê tînin
 
Tayip Temel, piştî peyama Guven xwend, diyar kir ku piştî peyama Ocalan ew jî dawî li çalakiyê tînin. Temel, anî ziman ku esil xwediyê berxwedanê dayik in û we di nava vê têkoşînê de wekî 3 parlamenterên ku li avahiya HDP'ê ya Amedê ketibûn grevê tenê 3 dipolên ji vê berxwedanê ne û ew jî wê bi rê û rêbazên din çalakiya xwe berdewam bikin. " 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/05/2019
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal
11:20 Salîh Muslîm: Di çareseriya Sûriyeyê de divê rola Ocalan neyê pişt guh kirin
10:49 'Peyama Ocalan cejnek zû bi me da jiyîn’
10:10 Fezlekeya ‘pesnê Leyla Guven da’ darbarê Wekîla HDP’ê Dag de vekirin
09:51 Akin Bîrdal: Divê Enqere peyama Ocalanbaş bixwîne
09:35 Evîn Kaya ya dawî li çalakiya xwe anî: Berxwedêran qezenc kirin
09:07 Îmîr: Ên ji bo heqîqetê israr dikin bi ser ketin
09:06 Berxwedêrên Qada Galatasarayê: Heta em kiryaran nebînin em ê li vira bin
09:05 Ji rojnamevan îngîltereyî platforma piştevaniyê
09:04 8 kes û gorek
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2019'AN
08:46 Li Pîranê operasyona leşkerî
27/05/2019
21:55 Girtiyekî din jî anîn nexweşxaneyê
21:11 Girtiyên li Girtîgeha Meletiyê rakirin nexweşxaneyê
21:05 Resûl Arslan rakirin nexweşxaneyê
16:47 Li Xarpetê 3 çalakgerên tedawiya wan nayê kirin xwîn vedireşin
16:39 Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê!
16:24 Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar
16:12 Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist
15:44 Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin
15:41 Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin
14:52 Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin
14:37 Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê
14:26 Li Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin
14:24 Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye
14:15 4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê
13:51 Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê
13:47 Ciwanê ku ket Çemê Donemeçê winda bû
13:42 Îdîaya dozger: Di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî nebirin nexweşxanê
13:32 Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan
13:20 Girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçûbûnê qebûl nakin
13:12 Cenazeyê Evîna ku ketibû bendavê hat dîtin
12:44 Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê
12:33 Ji 221 girtiyan tenê 21 girtî rakirin nexweşanê
12:02 Di şewata li Kadikoyê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Li Îdirê teqîn: Berbazek bi giranî birîndar bû
11:40 Li bendêye ku di danişîna Ataman ê 3 salin girtiye de mutale bê xwestin
11:11 ‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’
11:11 Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê nayên sewqkirin
10:16 Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de derbe li partiyên kevneşop ket
10:07 Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de yên nexweşxaneyan dewam dikin
09:38 Akin: Gel carek din bal kişand ser Îmraliyê
09:07 Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin
09:06 Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin
09:05 'Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrastî derket holê’
09:04 ‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN
26/05/2019
19:08 Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan
18:10 Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin
17:39 Girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn
17:17 13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê
17:10 Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê
16:48 HDP’ê ji bo şopandina tedawiya grevên birçîbûn Maseya Koordînasyona Giştî ava kir
16:32 Girtiyên li Bûrsa dê sibe rakin nexweşxanê
16:32 Buldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin
16:14 Çalagerên li Strasbûrg jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
16:04 5 çalakgerên greva birçîbûnê li malên xwe domandin, rakirin nexweşxanê
15:41 Dayikên li Gebzeyê têkoşiyan: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin
15:40 Girtiyên li Bandirma bi hinceta ‘betlanê’ ranekirin nexweşxanê
15:26 HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin
15:05 Leyla Guven rakirin nexweşxanê
14:58 Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir
14:47 Hesass ê di greva birçîbûnê de: Têkoşîna me dê dewam dike
14:30 Ozdemîr: Heta Ocalan azad bibe têbikoşina me wê bidome
14:19 Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan
14:15 Sedat Akin ê di grevê de rakirin nexweşxaneyê
14:07 Dayikên girtiyan: Em jî silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin
14:00 Ongun ê greva xwe bi dawî kir: Me dît ku berxwedan çareseriyê tîne
13:41 Nasir Yagiz: Em gihiştine armanca xwe
Îmam Şîş: Têkoşîna me wê bi rêbazên din bidome
13:34 'Berxwedanê ev pêş xist’
13:18 Leyla Guven: Çalakiya me gihişt armanca xwe emê bi rê û rêbazên din têbikoşin
12:59 Keça Leyla Guven: Hûn bi serketin, ji ber ku hûn mafdar bûn
12:48 Girtiyên di grevê de: Em çalakiya greva birçîbûne û rojiya mirinê bi dawî dikin
11:45 Banga Ocalan a li çalakgerên greva birçîbûnê: Ez dipêm ku çalakiya we bi dawî bibe
11:23 Parêzerên Ocalan daxuyanî dan
10:51 Onlu: Li dijî navê Dersîmê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin
09:50 Travertenên Elbakê bi rengê diçirûsin balê dikişîne
09:15 Parêzerên Ocalan wê saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin
09:13 'Divê çareserî xwe bispêre du kirdeyan: Rêbertiyeke hêzdar û civaka sivîl'
09:12 Wezaretê ji ber navê Ûgûr Kaymaz li parkê kirin li endamên meclîsê lêpirsîn vekir
09:10 Dayik Encu: Velî mabû ew jî girtin
09:08 Polîs bi TOMA û mertalan rojnamevanan asteng dikin
09:06 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Ocalan, şansek din da ber Tirkiyeyê
09:04 Îşkenceya li dijî xwe vegotin: Têr nake, em 200 voltî bidinê
09:03 'Ji ber ku dewlet Havva neparast niha tê darizandin'
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2019'AN
08:10 Leyla Guven 200 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 27'an de didome
25/05/2019
20:06 Çalakiya li Dersimê di roja 20'an de ye
18:31 Binçavkirina 20 kesên li Dêrto polîsan îşkence li wan kir, dirêj kirin
17:49 Nivîskar Faîk Bûlût serbest berdan
17:44 Girtî li Dayikên Laçik Spî geriyan: Bi xêra berxwedana we hevdîtin pêk hat
17:04 Dayikên Wanî li dijî tecrîdê rûniştin
16:01 Dayikên Laçikspî: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin
15:51 Şendeya TOHAV li Rihayê ye
15:35 'Heke tecrîd bi temamî rabe dê pêşiya welat vebe'
15:24 ‘Divê girtiyê nexweş Adnan Oztel demildest bê berdan’
15:16 Xwestin girtiyê nexweş Yildirim berdin
15:10 Xizmên girtiyan tecrîdê şermezar kirin
15:10 Xizmên windayan: Qêrîna dayikan wê kujeran bide darizandin
15:02 Dayikên li Edeneyê: Edî sebra me nema