NAVENDA NÛÇEYAN - Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan, piştî daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a derbarê grevên birçîbûnê de, peyamek parvekir û got: "Hûn bi serketin. Ji ber ku hûn mafdar bûn û ji ber vê pir bi hêz bû. Laçikên me yên spî mîna zilekî li rûyê zaliman ket."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê derbarê grevên birçîbûn û rojiya mirinê ya girtiyan û Hevserokar KCD'ê Leyla Guven ku di roja 200'an deye de peyam şand û got: "Ez li bendême ku çalakiya xwe bi dawî bikin."
Keça Guven Sabîha Temîzkan, li ser hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê wêneyê dayika xwe parve kir û spasiya hemû kesên di vê pêvajoyê de ligel wan cih girtin, kir.
Temîzkan di peyama weşand de wiha got: "Vaye hûn bi serkeftin! Tu...Dayikên laçik spî û zarokên wan... Hûn bi serketin. Ji ber ku hûn mafdar bûn û ji ber vê yekê pir bi hêz bû. Laçikên me yên spî mîna zilekî li rûyê zaliman ket. Ev serkeftin, bila bibe dert ji kesên bê bawer re. Em spasiya xwe li hemû kesên ligel me cih girtin dikin."